KurmancîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

Navdêr 1Biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ba ba
Îzafe ba bayên
Çemandî ba bayan
Nîşandera çemandî ba wan bayan
Bangkirin bayo bayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bayek bayin
Îzafe bayekî bayine
Çemandî bayekî bayinan
 
Dar li ber bayî diçemin.

ba nêr

  1. Hewayê ku dilive.
    Îro bayekî sar tê.
  2. Hêzek civakî yan aborî yan siyasî.
    Bayê azadiyê.
  3. Kuş, tir, fis, piv.
    Bayek berda, bêhnek bi ser odeyê xist!
  4. Bêwate, hewante.
    berba / berbad

Ji wêjeya klasîkBiguhêre

  • Sed hizar çav min divîna
    Bayekî perde hilîna
    Xet û xal min têr bidîna
    (Feqiyê Teyran ~1620)

Bi alfabeyên dinBiguhêre

TêkilîBiguhêre

Bide berBiguhêre

TewangBiguhêre

Biguhêre

Binêre herwihaBiguhêre

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha soranî با(ba) (ba), kurdiya başûrî wa, hewramî wa, zazakî va / vay, partî wād, farisî باد‎ (bad), tacikî бод (bod), avestayî vā́ta, vātō (vate-, vato-), belûçî گوات (gwat), sanskrîtî वात (vā́ta), latînî ventus, fransî vent, swêdî vind, inglîzî wind, almanî Wind, toxarî A want, wänt, toxarî B yente, yûnaniya kevn ἀέντα (aenta), bretonî gwent, weylsî gwynt, hîtîtî huwanz... hemû ji proto-hindûewropî * h₂wéh₁n̥ts (ba) ji * h₂weh₁- (ba hatin, ba lê dan). Bo guherîna B/V/W bide ber: baran, berf. Bo guherîna B/G bide ber: beraz, birsî, binas. Ji eynî rehî: he-wa.

Çavkanî: Horn p.35, Watkins p.95, MacKenzie P.140, Etymonline

Bi zaravayên dinBiguhêre

  • Soranî: ba
  • Zazakî: va
  • Hewramî: wa
  • Kurdiya başûrî: wa

WergerBiguhêre

Navdêr 2Biguhêre

ba

  1. bang, gazî, hawar, deng: ba kirin
    bang kirin, gazî kirin

EtîmolojîBiguhêre

Qusandin ji bang: bang > ban > ba

WergerBiguhêre

Daçek 1Biguhêre

ba

  1. cem, nik
    ba: Ez çûm ba wê.
    ji ba: Ez ji ba wê hatim.
    li ba: Ez li ba wê me.

HevmaneBiguhêre

HevmaneBiguhêre

Were ba min.

  • Were tela min
  • Were gel min
  • Were cem min
  • Were rex min
  • Were nik min
  • Were def min
  • Were rav min
  • Were kêleka min
  • Were tenişta min
  • Were hêla min
  • Were hinda min
  • Were rû min

EtîmolojîBiguhêre

Kurtkirina bal ji erebî [Peyv?].

WergerBiguhêre

Daçek 2Biguhêre

ba

  1. (Tenê di klasîkan de) bi

EtîmolojîBiguhêre

Ji farisî با(ba), hevreha kurmancî bi, soranî "be", pehlewî "ped".

WergerBiguhêre

HokerBiguhêre

ba

  1. Bila, dibe ku, destûr heye ku.
    Ba ew jî were.
  2. Bila, divê ku, gerek e ku, lazim e ku.
    Ba hespê xwe li wir nesekinîne!

EtîmolojîBiguhêre

Kurtkirina bila ji erebî [Peyv?].

WergerBiguhêre

Formeke lêkerêBiguhêre

ba

  1. bûya, baya
    • Eger hikûmet di aştiyê de jidil ba, wê çaxê qereqol çênedikir. Em van qereqolan qebûl nakin û heta çêkirina wan neyê sekinandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. — (rudaw.net/kurmanci 4/2014)

EtîmolojîBiguhêre

Kurtkirina bûya

AnagramBiguhêre

SoranîBiguhêre

LêkerBiguhêre

ba

  1. ba (hewa)
  2. bila, ba