Wîkîferheng:Derbar

Amar / statîstîk
Jimara rûpelan 839.847
Jimara nivîsaran 825.003
Jimara dosyeyan 15
Jimara guherandinan 4.022.402
Jimara lênerînan
Jimara bikarîneran 8027
Jimara bikarînerên çalak 49
Jimara koman:bot 23
Jimara koman:rêveber 6
Jimara koman:burokrat 0
Di derbarê me de

Wîkîferheng ferhengek azad a li ser înternetê ya pirzimanî ye. Wîkîferheng, ferhengeke kurdî - kurdî ye û beşek e ji Wiktionary ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurdî di 2ê gulanê 2004an de hatiye avakirin.

Wîkîferheng ku wekî projeyek temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, ne wekî ferhengên ku tên zanîn e. Tê de peyv bi wate, rêziman û etîmolojiya wan tên şirovekirin. Di ferhengê de wergerên bi zimanên din jî hene. Mebesta me ne tenê wateya peyvan e, bi wateya peyvan re rêziman, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevwate, peyvên nêzik, notên bikaranînê û hwd. jî hebe.

Wîkîferheng wekî projeyên din ê Weqfa Wîkîmediayê, wîkî'yek e. Û her kes dikare beşdar bibe, gotaran çêbike û guherandinan bike. Lê hêj ko we guhertinan nekir, di Destpêkê de binêre beşa Alîkariyê, Alîkarî:Nivîsîn bixwîne.

Projeyeke Wikimediayê