Ferhengokeke têgihên di Wîkîferhengê de tên bikaranîn. Ji bo lînkkirina vê rûpelê şablona {{nimînok}} bi kar bînin.

Nimînok: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z '

A biguhêre

artîkel, veqetandek, zêder

B biguhêre

baneşan
binavkirî
Bi-nav-kirî. Formeke navdêrê ye. Kevirê min. Sêva te.
biwêj
bireser
Pêkhateya ku kar lê tê kirin. Mînak Xecê sêv xwar. Peyva sêv di vê hevokê de bireser e. Bide ber: kirde

C biguhêre

cînav
cotreh
Peyvên ku ji eynî rehî çêbûne lê belê bi rêyên cuda ketine zimanekî. Bi îngilîzî doublet. Bide ber #hevreh

Ç biguhêre

D biguhêre

daçek
dariştin, dariştî
Çêkirina peyvan bi pêşgir, navgir û paşgiran.
dijwate
Peyvên ku wateya wan %100 cuda ye. Mînak mezin û biçûk dijwateyên hev in.

E biguhêre

Ê biguhêre

F biguhêre

G biguhêre

girêdek
gerguhêz, gh
Lêkera ku bireserê werdigire.

H biguhêre

hevmane
Peyvên ku maneya wan eynî ne. Mînak ciwan û xweşik
hevdeng
Peyvên ku wekî peyveke din tên bilêvkirin lê nivîsîn, mane an jî rehê wan ji hev cuda ne.
hevreh
Peyvên ku ji heman peyvê çêbûne.
hoker

I biguhêre

Î biguhêre

J biguhêre

K biguhêre

kirde
Pêkhateya ku di hevokekê de karî dike. Mînak Xecê sêv xwar. Peyva Xecê di vê hevokê de kirdeye. Bide ber: bireser
keysa herfê
Halê hûrdek an girdek ya peyvê.

L biguhêre

lêker
Peyvên ku nîşanê kirinê an bûyînê dikin. Tewîna peyvan li ser Wîkîferhengê wek tewandin tê binavkirin.

M biguhêre

, m
Navdêrên ku zayenda wan li gorî mê ditewe. Herwiha bnr. mn, nêr.
mê û nêr, mn
Navdêrên ku zayenda wan li gorî hem mê hem nêr ditewe. Herwiha bnr. , nêr.

N biguhêre

navdêr
Navên tişt (sêv, heywan, qedeh) yan kavraman (dilşadî, bextiyarî hwd.) di rêzimanê de.
navgir
nebinavkirî
negerguhêz, ngh
Lêkera ku bireserê wernagire.
neqiyasbar
Rengdêrên ku formên wan yên bi -tir, -tirîn an herî tune.
nêr, n
Navdêrên ku zayenda wan li gorî nêr ditewe. Herwiha bnr. , mn.
nêtar, nt
Navdêrên ku zayenda wan ne nêr û ne jî ye.
navmiletî
Kelîmeyeke deynkirî ya ku di çend zimanan de bi mane û etîmolojiyeke eynî an jî nêzîkî hev derbas dibe, bi gelemperî ji ber peydabûna çend deynkirinên hevdem û/an zincîreyeke deynkirinên li pey hev ku zû diqewimin çêdibin. Di netîceyê de dibe ku peydakirina eslê rast a etîmolojîk a terimekê zimanekî zor an ne mimkûn be. Wek nimûne doktor, otêl, înternet, taksî, an televîzyon.

O biguhêre

P biguhêre

paşgir
paşvesazî
Çêkirina peyvên nû bi kurtkirina peyvên heyî. Mînak ajo ji ajotin.
pêkhatî, pêk
Çêkirina peyvên nû bi lihevanîna du an zêdetir peyvan.
pêşgir
pirjimar
pirtik

Q biguhêre

qusandin
Kurtkirina peyvekê bi avêtina çend herfan e û maneya peyvê naguherîne. Mînak Miho ji Mihemmed.

R biguhêre

rengdêr

S biguhêre

serenav
Cureyekî navdêran e ku îşaretê peyvên yekane mîna Iqlîdes, Mihemed dike. Serenav di kurmancî de bi herfên girek tên nivîsîn.
sic
Hokereke latînî ku tê maneya "lewma". Bi edetê di nav [ de tê nivîsin û mirov dixwaze bibêje ku ew peyv ne xeletiya kesa ku nivîsekê kopî dike ye, nivîs ji orîjînalê bêyî guhartinê hatiye wergirtin.

Ş biguhêre

T biguhêre

têkilkirin
Çêkirina peyvekê bi riya tevlîkirina du peyvan. Mînak tirkmancî ji tirkî + kurmancî.
tewandin
tewîn

U biguhêre

Û biguhêre

V biguhêre

W biguhêre

wergirtina wateyê, wergirtin
Berfirehtirkirina wateya peyveke heyî bi riya wergerandina ji zimanekî din.

X biguhêre

xweşbêjî an (edebî kelam)
Peyv û derbirînên li şûna peyveke din ji bo veşartina maneya nexweş an bişerm tên bikaranîn.

Y biguhêre

wergerandina yekser, yekser
Çêkirina peyveke nû bi riya wergerandina ji zimanekî din.

Z biguhêre

zayend
Awayekî sinifandina navdêran di zimanê kurdî û hin zimanên din de ye. Sê cure zayend , nêr û mê û nêr di zimanê kurdî de hene. Zayenda nêtar di hin zimanên din hene lê di kurdî de tune.