Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Tewandina reh  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reh reh
Îzafe reha rehên
Çemandî rehê rehan
Nîşandera çemandî rehê wan rehan
Bangkirin rehê rehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rehek rehin
Îzafe reheke rehine
Çemandî rehekê rehinan
 
Rehên darekê.

reh m

  1. (riweknasî) Parçeyên jêrîn yên riwekan (bi taybetî yên di bin axê ve).
    Hevmane: kok, rewa, rîş, ripî, riç, cille
  2. Binyat, bingeh, serekanî, esil, esas.
  3. (zimannasî) Parçeya peyvan ya herî biçûk
    • Pêşpirtik pirtikên wisan in ku tên berî peyva xwerû yan rehê peyvê yan jî peyva ku ji xwe hin pirtikên din pê ve hene — (12.12.2015Husein MuhammedPirtikrêzî anku morfotaksî [arşîv], zimannas.wordpress.com)
    • Da-hat-û (da: paşdaçek, hat: rehê dema borî ya lêkera hatinê, û: gîhanek) Çi têkilîya vê bi dema bê ra heye? De were îca safî bike! — (21.05.2017Ewdil AraratJi bo weqfa Mezopotamyayê II [arşîv], Rojnameya Kurdistan)
    • Dema kirde diyar be jî, veşartî be jî bi paşgira kesane ya tê pey rehê lêkerê, xwe diyar dike û têgihîştinê dide çêkirin. — (Hesen Huseyin DenizDi Zimanê Kurdî de Hevok û Erka Hevokan di Vegotinê de [arşîv], pen-kurd.org)
    • Min got ku kûçikê wî ji tuxmekî baş, ji reheke kûçikên xweşik bû. — (Biyanî, Albert Camus, Weşanên Nûdem)
  4. (nivîsbarî) birêvebera pergalên xebatê (bi gelemperî ya Linuxê)

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Dê du siyeh sirmeyê çehvên xwe kit
    Xakê rehê yarê seba her sebah
    Toz û xubara seherê ber çimen
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bikaranîn

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *wréh₂ds (reh), hevreha soranî ڕه‌گ (reg), farisî ریشه (rîşe), yûnaniya kevn ῥίζα (rihîza), latînî radix, fransî racine, îngilîzî root û wort, swêdî rot û ört, albanî rrënjë. Ji heman rehî: rih / , rêv.

Bi zaravayên din

biguhêre
  • Soranî: reg, rêşe
  • Feylî/Kelhurî: rîşe, reg
  • Zazakî: kok, ristim, rîşe, reya
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya root a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
biguhêre

reh n

  1. Binêre: