Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina biwêj  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biwêj biwêj
Îzafe biwêja biwêjên
Çemandî biwêjê biwêjan
Nîşandera çemandî biwêjê wan biwêjan
Bangkirin biwêjê biwêjino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biwêjek biwêjin
Îzafe biwêjeke biwêjine
Çemandî biwêjekê biwêjinan

biwêj m

  1. (purîzm, kevnbûyî) şaîr[1][2]
    • Gelê serbest dê behsê bab û bapîr û mêrçak û biwêjêt (şair) xwe ket û xûnit. — (Ronahî, Serbestî1944Dilbikulê Doskî, hj. 26)
    • Çi gava ku mirovek, têkoşer û şoreşgerên kurd bîne ber çavên xwe, bê guman, navê biwêj (şair) ê mezin Cigerxwin di nav wande wê bê êjmartin. — (1973Hemîd DerwêşPêşgotina Kîme Ez ya Cigerxwîn, r. 3)
  2. (rêzimanî, emilandina xelet) Çend kelîmeyên li gel hev yên ku maneyeke xisûsî didin, ne maneya her yek ji wan kelîmeyan.
    Hevmane: tebîr, fraz, îdyom
    "Emrê Xwedê kirin" biwêjek e ku wateya "mirin"ê dide.
    • -{Locution adverbiale}-biwêja rengpîşe — (1965Kamiran Alî BedirxanLangue Kurde[3], Parîs, çapa 2an, r. 164)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Neolojîzmeke soranî بوێژ (biwêj, şair) ye ku ji aliyê Gîw Mukriyanî ve hatiyê çêkirin.[ç 1] ji ب (bi-, pêşgira failî, bide ber kurmancî bikir (mişterî)) +‎ وێژ (-wêj-, rehê dema niha ya fiîla ۋاتەی (watey, gotin)).[ç 2] Bide ber wêje.

Maneya 2an ya fraz, tebîr ji eynî rehî ji aliyê Kamiran Alî Bedirxan ve hatiyê çêkirin ku ji aliyê dariştinê ve xelet e.[ç 2]

Çavkanî:

  1. ^ Zülküf ErgünPlandanîna Zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî) di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da[1]2024, r. 57 "dariştina bêjeyan tiştekî asayî dibîne û di nivîsareke xwe da dîyar dike ku bêjeyên “wêje” û “biwêj” ê ji alîyê wî ve hatine dariştin (Hetaw: 1958: 4-5) û bêjeya “kovar” ê jî cara pêşî wan di Zarî Kirmancîyê da dahênaye (G.M., 1958: 23)"
  2. ^ a b Nûbihar Akademî, Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî [arşîv], Zülküf Ergün, cild 4, hj. 15, 2021, r. 40

Formeke lêkerê

biguhêre

biwêj

  1. (Semsûr/Kolik) Guhartoyeke bibêje.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Qanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 124
  2. ^ Musa AnterFerhenga Khurdî - Tirkî[2], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 25