Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
taybet taybettir herî taybet (merkezî)
tewrî taybet (rojavayî)
taybettirîn (soranîzm)

taybet, t-ya req (1), t-ya nerm (2)

  1. xas, awarte, radî, xusûsî, arizî, cuda, ferq, ne mîna yên din, ne wek yên dî,
    tiştek wisan hebûn ku yên din nîne,
    tiştek wisan tinebûn ku yên din heye
    • (...) di civatên min û wî yên taybet de, tim digot (...) — (Jan DostMijabad[1]tirej.infoMijabad)
    • Berpirsyar, serbaz û parêzgehên taybetê hemû şûnde bezîn derve (...) — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993ISBN 91 972090 3 1)
  2. cihê, têvel, şexsî, prîvat, întîm, taybetî, ferdî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî طيبة (ṭeybet, başî, qencî, hêjayî, jêhatîtî) yan ji aramî ܛܝܒܘܬܐ (tˁaybuθɑ), îbrî טובה (tobe, tove: baş). Bo guherîna maneya bide ber "xas" ku di kurdiya başûrî de maneya "baş" wergirtiye yan zor ku di soranî de wateya "gelek, pirr" wergirtiye. Herwiha dikare ji طبيعة (ṭebî'et, sirişt, xwerist, tebîet) ku herwiha serekaniya "tebîet" ya kurdî ye jî; ji طبع (ṭeb', muhr, teb', çap, dews, şûn, şop). Bi metatezê "tebî'et > *te'îbet > taybet". Bo guherîna "e+eyn" bi "a" di kurdî de binêre: "aqil, alif, ala".

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara special a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.