Bilêvkirin

biguhêre

wek, k-ya nerm

  1. Peyvikeke rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
    Mirov û heywan ne wek hev in.
  3. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt nimûne ne ji tiştekî.
    Ew li gelek welatan geriyaye, wek Almanya, Fransa, Swêd û Amerîka.
  4. Daçekek e bo diyarkirina sedemê.
    Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  5. Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
    Wek dixwazî, bike.
    Tu çawan bixwazî, wisan bike.
  6. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
    Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e?
  7. Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
    Ew jî tam wek birayê xwe ye.
    • Ehlen we-sehlen merheba
      Min dilberek wek dur heye
      Mehbûbê şîrînsir heye
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Bo min yek heye
      Wek wê tune ye
      Hey Rukena min...
       — (Hozan Kawa - Ruken 2008)
  8. Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
    Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
  9. Di dema tiştekê/î de.
    Wek zarok, me pir dilîst.
    Dema em zarok bûn, me pir dilîst.
  10. (devokî) ku
    Wî dizanî wek ez hatime.
    Wî dizanî ku ez hatime.
  11. demê, wextê
    Wekî ez hatîm, ew diçû.

Etîmolojî

biguhêre

Dibe ku ji ew + -ek an we (wisan) + -ek, (lewma weke, wekî), bide ber soranî وەکوو(wekû) (ji wekî). An jî dibe ku ew e ku an we ku, bide ber soranî نەک(nek, ne ku).

Çavkanî

biguhêre

wek

  1. av

Çavkanî

biguhêre
Ev peyv ji wergerên av/Werger1 hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

wek

  1. deng, sewt, awaz

Çavkanî

biguhêre
Ev peyv ji wergerên deng hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]