nola

  1. Wek, mîna, şibî, fena, eynî,
    Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê, hêzê yan hîkariyê.
    Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
    Mirov û heywan ne nola hev in.
    Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî.
    Ew li gelek welatan gerriyaye, nola Elmanya, Frensa, Swêd û .
  2. Daçekek e bo diyarkirina sedemê.
    Nola hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  3. Gek e bo diyarkirina çawaniyê.
    Nola dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.)
  4. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
    Gelo her tişt nola ku hatiye gotin rast e?
  5. Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
    Ew jî tam nola birayê xwe ye.
    Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
  6. Nola kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
    (Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin
    [1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
    [2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
    [3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.)
  7. Di dema tiştekê/î de.
    Nola zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.)

Etîmolojî

biguhêre

Herwiha nora, nota, notira; ji  + -tir. Anku ne ew lê jê nûtir.