KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

HokerBiguherîne

mîna

  1. Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
    Mirov û heywan ne mîna hev in.
  3. Hokerek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî.
    Ew li gelek welatan gerriyaye, mîna Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka.
  4. Hokerek e bo diyarkirina sedemê.
    Mîna hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  5. Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
    Mîna dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.)
  6. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
    Gelo her tişt mîna ku hatiye gotin rast e?
  7. Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
    Ew jî tam mîna birayê xwe ye.
  8. Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
    Mîna kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
    (Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin:
    [1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
    [2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
    [3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.)
  9. Di dema tiştekê/î de.
    Mîna zarok, me pirr dilîst. (Dema em zarok bûn, me pirr dilîst.)

Ji wêjeya klasîkBiguherîne

  • Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû
    Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
    'Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
    (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

HerwihaBiguherîne

HevmaneBiguherîne

EtîmolojîBiguherîne

Ji zimanên îranî, hevreha farisî مانند‎ (manend), herwiha hevrehên din yên kurmancî: man (şibîn, wek bûn), mînak, -nima, nimandin, nimayîş, nûner...

WergerBiguherîne