-a
Kurdî Biguhêre
Paşgir Biguhêre
-a
- Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt: keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr
- Dikeve dû hin peyvan û wateya "wê..., ya ku" didiyê: cara, dema, bîska, gava, kêlîka, sala, wexta: Dema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû 'Wê demê, ya ku ez şiyar bûm, ew hinda bûbû.'
- Di zimanê devkî de paşbendika pirrjimariyê ye dema peyv serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên): Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle 'Du pirtûkan bîne lê pênûsan li wir bihêle.'
bn -an. - Di zimanê devkî de paşbendika pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin: eva sêva yan va sêva 'van sêvan', ewa xoxa yan wa xoxa 'wan xoxan'
bn -an. - Di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev": Ev pirtûka xweş e 'Ev pirtûk xweş e.' Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got: Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.
- Paşgirek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku wateya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide: beza, fehma, xwenda, zana. Bo wateya van peyvan, di ferhengê de li wan bigerre.
- xwedî-, ya/yê tiştek heye: 'axa: xwedîax, xwedîerd, yê ax / e rd heye.
- Pê hin navên jinan ji yên zelaman tên çêkirin.
Bide ber Biguhêre
Jê Biguhêre
Esperantoyî Biguhêre
Bilêvkirin Biguhêre
- IPA: /a/
- Kîtekirin: a
Paşgir Biguhêre
-a
- Paşgira rengdêrkirinê ye.
- bela xweş, bona baş, longa dirêj, sama heman
Îngilîzî Biguhêre
Paşgir Biguhêre
-a
- Paşgiregeke ingilîzî ye ku bi peyvên esil-latînî re tê bikaranîn û bi giştî pirjimariya van herdû paşgiran çêdike.
- Paşgireke ingilîzî ye ku ji latînî hatiye û made an jî bûjenan dike.
- paşgirek e ku şûna paşgira -er ya fermî digire
• "me fatha was a corka burna doon the shipyard — “My father was a corker burner at the shipyard.”