Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sal sal
Îzafe sala salên
Çemandî salê salan
Nîşandera çemandî salê wan salan
Bangkirin salê salino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî salek salin
Îzafe saleke saline
Çemandî salekê salinan

sal

  1. 12 meh, 365 roj, 52 hefte
    bihar û havîn û payiz û zivistan bi hev re
    • Hate gêrran hêj ne behsa Ademê
      Nê hezaran salê çûne axîrî
      Ew nebûbû Adem, hêj av û herî
       — (Mela Hisênê Bateyî: Mewlûd)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Gotinên pêşiyan

biguhêre
  • serê salê, binê salê, Xwedê kurekî bide kevaniya malê
  • sal bi sal, xwezî li par
  • sal wekî bawîşka tên û diçin
  • sala du bihar û zilamê bi guhar û pîra bi yar
  • salekê şivan e, deh salan heywan e
  • salê carek mêranî, mehê carek mêvanî, rojê carek domanî

Têkilî

biguhêre

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî ساڵ‎ (sał), kurdiya başûrî sał, hewramî sał, belûçî سال(sal), farisî سال‎ (sal), tacikî сол (sol), talîşî سال(sal) û sor, pehlewî 𐭱𐭭𐭲‎ (/sāl/), pertî 𐫘𐫀𐫡‎ (/sar/), zazakî serre, osetî сӕрд/сӕрдӕ (særd/særdæ: havîn), (avestayî 𐬯𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀‎ (sarəδa), hexamenişî 𐎰𐎼𐎭 (θ-r-d), sanskrîtî शरद् (şered: 1. payiz 2. sal)... hemû ji proto-hindûewropî *ḱelh₁- (germ bûn) ku herwiha serekaniya bo nimûne calēre (germ bûn) ya latînî ye.

سال(sal) ya urdûyî û साल (sal) ya hindî ji zimanên îranî hatine wergirtin; peyva sanskrîtî शरद् (şered) di wan de maneya "payiz"ê dide. Bo hin nimûneyên din jî ku "-rd-" ya îraniya kevn di kurmancî de dibe "l", binêre "gul, al, gel, çil (40), kalan"...

Di makezimanê proto-hindûewropî de peyva bi wateya "sal" *yóh₁r̥ ku bo nimûne year ya îngilîzî, Jahr ya almanî û år ya swêdî jê hatine. Di nav zimanên îranî de ew di avestayî de wek 𐬫𐬁𐬭𐬆‎ (yārə: sal) û di hexamenişî de wek 𐎯𐏁𐎹𐎠𐎼𐎶 (duşi-yāram: hişkesal, sala kêmbaran) hatiye qeydkirin. Ew wek peyveke serbixwe di zimanên niha yên îranî de nemaye lê di kurdî de di peyva pêrar (du sal berî niha) û di hevwateya wê ya farisî پیرار‎ (pîrar) de maye ku herdu ji forma îraniya kevn ya *pere-yar hatine ku li dawiyê wê "-yar" bi maneya "sal" e.

Peyva sal û peyva zazakî serre hinekî dişibin hevwateya xwe ya erebî sene (şene, şente bi zimanên din yên samî) û herwiha hevwateyên xwe yên bi zimanên tirkîkî jî, bo nimûne qazaxî û kirgîzî жыл (cıl - bi tirkî yıl) lê nêzîkiya wan ya dengî tenê tesedifî ye. Lê tirkî herwiha peyva sene bi kar tîne ku ji erebî hatiye wergirtin.

Çavkanî:
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 527, 450.
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.

Bi zaravayên din

biguhêre

sal

  1. darbeşan, kelek, cum der
  2. çardar