Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gul gul
Îzafe gula gulên
Çemandî gulê gulan
Nîşandera çemandî gulê wan gulan
Bangkirin gulê gulino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gulek gulin
Îzafe guleke guline
Çemandî gulekê gulinan
 
çend gul

gul

  1. (riwek) giyayên kulîlkdar, giyayên bikulîlk,
    giyayên ku kulîlk pê ve şên dibin.
  2. (Reşwî) Dendikeke bo xwarinê.

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkilî biguhêre

Hin cûnên gulan biguhêre

Bide ber biguhêre

Qafiye biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

biguhêre

Bikaranîn biguhêre

Peyva "gul" bo xwarinê (bi tirkî, ayçiçek çekirdeği, înglîzî, sunflower seeds) ji peyva ji gulê gulberojê dihê ku li ser dendik heye. Li şûna wê "gul" "gil", "gûl" û "gula" jî dihê gotin.

Etîmolojî biguhêre

hevreh soranî گوڵ(guł), farisî گل‎ (berê "gul", niha "gol"), tacikî гул (gul), pehlewiya nûtir 𐭢𐭫 (gul) pehlewi kevntir wred, lekî gil, zazakî vil, hewramî vilî, semnanî û talîşî vile, pertî 𐫇𐫀𐫡 (war), sogdî werd, avestayî 𐬬𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀‎ (varǝδa-), îngilîziya kevn word (teraş, devî, dehl), norwecî orr / erre (teraş), albanî hurdhe (daralînk), latînî rubus (dirîk, strî)... hemû ji proto-hindûewropî *wr̥dʰo- (nesrîn).

Ev peyva îranî di sê serdemên cuda de ketiye gelek zimanên cîran û dûrtir jî:

  • Serdema kevn belkî ji zimanên îranî → yûnaniya kevn βρόδον (brodon) / ῥόδον (rhódon) → latînî rosa → fransî, îngilîzî û gelek zimanên din yên ewropî rose
  • Serdema navîn yan serdema kevn ji zimanên îranî → aramî ורדא (werda), siryanî ܘܪܕܐ‎ (werda), erebî وردة‎ (werde), ermenî վարդ (vard)
  • Serdema nû ji zimanên îranî → osmanî گل‎ (gül), tirkî/azerî/tirkmenî gül, ozbekî gul, hindî गुल (gul), ûrdûyî گل‎(gl‎) (gul), bengalî গুল (gul), qazaxî гүл (gül), sirbokroatî ђул / đul...
Çavkanî: Çabolov r. 399-400, Chyet r. 224, Horn r. 206, Watkins r. 102, MacKenzie r. 133, Etymonline

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

gul

  1. (devkî) gulê bûn:
    guh lê bûn, bihîstin
    Mi gul te nebû. (Min guh li te nebû. Min dengê te nebihîst.)
    Mi gul muzîkê bû. (Min muzîk bihîst. / Dengê muzîkê hat min.)