Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
germ germtir herî germ
germtirîn
 
Vexwarineke germ.
 
Rojên germ mirov dixwazin avê li xwe bikin.

germ

  1. ne sar, ne tezî,
    xwedî tîn, tesîra agirî yan jî ya rojê
    hewayê germ, çaya germ, welatên germ
    Agir gelek/pir germ e.
    Îro hewa germ e.
    Havînê dinya germ e û zivistanê sar e.
    Dijmane: sar, tezî, cemidî
  2. gur, geş, xurt:
    Bazar germ bûye.
    Gotûbêj li ser wê mijarê germ in.
  3. ji dil, cidî, dostane:
    silavên germ, spasiyeke germ, bixêrhatineke germ

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Her dema xutbe dihate
    Germ dibûn zikr û civate
    Keşf dibûn jê mucizate
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Nêzîk biguhêre

Têkilî biguhêre

Qafiye biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî گه‌رم(germ), hewramî/zazakî germ, belûçî/farisî گرم‎(germ), peştûyî ګرم‎(gerëm), avestayî 𐬔𐬀𐬭𐬆𐬨𐬀‎ (garəma, /gerime/)... sanskrîtî घर्म (gharma) (gharmá), hindî घर्म (gharma), ûrdûyî گھرم(‎gharm, gherm)... ermenî ջերմ (ǰerm) (ǰerm)... almanî/holendî/îngilîzî warm, danmarkî/norwecî/swêdî varm... latînî formus (germ)... yûnaniya kevn θερμός (thermós) (thermós)... rusî горе́ть (gorétʹ) (gorétʹ: sotin, şewitîn, hilbûn) û греть (gretʹ: germ kirin)... hemû ji proto-hindûewropî *gʷʰer- (germ).

Peyva yûnanî θερμός (thermós) hem wek termos û hem jî wek pêşgira termo- ketiye gelek zimanan û kurdî jî.

Heman rehê proto-hindûewropî herwiha serekaniya peyva latînî fornus / furnus e ku wek firin ketiye kurdî jî.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Rix, Helmut, edîtor (2001): Lexikon der indogermanischen Verben, çapa duyem, Wiesbaden: Dr. Ludwig Reichert Verlag. ISBN 3895002194
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

germ

  1. germahî, germayî, germî, rewşa germ:
    • Laşê gernas û mêra ji ber gulê neyara
      Nemaye cî ji derdan birîn li ser birînê
      Tilî nema xwe digrin li çeqmaqê tifinga
      Zingirîne ser û bin ji germê, tev ji tînê.
       — (Seydayê Tîrêj: Birîn li ser birînê)

Werger biguhêre

Soranî biguhêre

Rengdêr biguhêre

germ

  1. germ

Zazakî biguhêre

Rengdêr biguhêre

germ (forma mê germe)

  1. germ

Îngilîzî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

germ

  1. dirm, dirme, bav, mîkrob, zindîlok, xore, toke [1]

Çavkanî biguhêre

  1. Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah