Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gur gur
Îzafe gurê gurên
Çemandî gurî guran
Nîşandera çemandî gurî wan guran
Bangkirin guro gurino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gurek gurin
Îzafe gurekî gurine
Çemandî gurekî gurinan
 
Gurê gewr.
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser gur heye.

gur bi gelemperî nêr

  1. (guhandar) Ajelek e dişibe seyan anku kûçikankûvî ye (bi taybetî êrişî sewalan dike û ji wan dixwe).
  2. (mecazî) Kesa/ê dixwaze ziyanê bigihîne kesek din.
    • Hevrê û rêberê min ê evîn û evîndariyê Ovidius li derekî jî weha gotibû; "Meriv gurên hev in..." Di wan rojên tarî yên nêçîra Ruhistîn de, ez gelek caran li vê gotinê fikirîm. Meriv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin gewriya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. Hê hingî, ez li Pera'yê, cîhê gurên mezin difikirîm. Hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmkirina çerxa dinê û şerê guran. — (Mehmed UzunBîra Qederê1995)
  3. (mecazî) kesên fêde, camêr, yên ku xwe bi rê ve dibin
    • Min dî bi wext ew nêk bi xet îro li text fexfûr-i bû
      Fexfûrsur e sîmadur e heybetpur e pir dil gur e
      Ew hate miş min çûne hiş dil min di 'iş -qê fûr-i bû
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Pîrepend

biguhêre

Têkildar

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-îranî *wŕ̥kah (gur), ji proto-hindûîranî *wŕ̥kas (gur), ji proto-hindûewropî *wĺ̥kʷos (gur). Hevreha soranî گورگ(gurg) û ورگ(wirg), kurdiya başûrî gurg, lekî gurg, farisî گرگ‎(gorg, gurg), tacikî гург (gurg), belûçî گرک‎(gurk), partî 𐫃𐫇𐫡𐫃‎ (gurg), pehlewî 𐭢𐭥𐭫𐭢‎ / 𐬔𐬎𐬭𐬔‎ (gurg), tatî wurg, hewramî werg, sogdî ܘܝܪܩ‎ (wyrg), mazenderanî ورگ‎(wurg, virg), zazakî verg, gîlekî ورگ‎(verg), hexamenişî 𐎺𐎼𐎣 (varka, /verke/), avestayî 𐬬𐬆𐬵𐬭𐬐𐬀‎ (vəhrka, /vihrke/), sanskrîtî वृक (vṛ́ka), hindî वृक (vŕk), bulgarî вълк (vǎlk), rûsî волк (volk), çekî/slovakî vlk, polonî wilk, lîtwanî vil̃kas, latviyayî vìlks, hîtîtî 𒉿𒀠𒆪𒉿𒀸 (wa-al-ku-wa-aš: tiştê xirab), inglîziya kevn wulf, inglîziya niha û holandî wolf, almanî Wolf, danmarkî/norwecî/swêdî ulv û herwiha bi metatezê yûnanî λύκος (lýkos) û latînî lupus.

Forma bi G li dawiyê (gurg) di kurmanciya rojhilatî de hatiye parastin lê di kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî de G jê ketiye û bûye gur.

Tevî nêzîkiya dengî jî li gel hevwateya xwe ya tirkî kurt, ji aliyê etîmolojî ve ew ne ji eynî rehî ne û kurt ya tirkî jî hevrehê xwe di zimanên din yên tirkîkî de hene û ne ji zimanekî îranî hatiye wergirtin, bo nimûne: azerî qurd, qazaxî құрт (qurt), oyxurî قۇرت‎(qurt‎) (qurt)...

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Turner, Ralph Lilley (1969–1985): A Comparative Dictionary of the Indo-Aryan Languages, London: Oxford University Press.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

biguhêre

Bi zaravayên din

biguhêre
biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gur gur
Îzafe gura gurên
Çemandî gurê guran
Nîşandera çemandî gurê wan guran
Bangkirin gurê gurino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gurek gurin
Îzafe gureke gurine
Çemandî gurekê gurinan

gur

  1. (bijîşkî) xur, nexweşiyek e ku mirov û ajelan dixurîne
biguhêre

gur

  1. girê, girêk, girêdan (bi taybetî ji terikên daran yan jî bi qor û qamîşî)

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
gur gurtir herî gur
gurtirîn

gur, r-ya req

  1. xurt, bihêz, qewî, geş.
    • Xwînbarî dikir bi herdu çavan
      Seyla cegerê wesa li gur hat
      Goya ko bi ser Erez ve gur hat
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Etîmolojî

biguhêre

Ji tirkî gür, hevreha güç (hêz, qewet), güreş, ji tirkiya kevn (kotekî, zor).

Ramanên din ên wek "dengê brûskan" onomatopoetîk in.

gur

  1. kevir