KurmancîBiguhêre

RengdêrBiguhêre

zor

  1. dijwar, zehmet, asê (dijwate): asan, sanahî, hêsan)
  2. pirr, gelek, zêde, zehf, mişe ((dijwate): kêm, hindik, piçek)

Bi alfabeyên dinBiguhêre

BikaranînBiguhêre

"Zor" di eslê xwe de maneya "kotekî, hêz, xurtî" dide. Ji wê di soranî de jî maneya "pirr, gelek, zehf" girtiye. Hin kurmancan jî ew wisa deyn kiriye û dibêjin "zor spas". Lê ji ber ku di kurmancî de zor bi maneya "zehmet, dijwar" tê fehmkirin, "zor spas" neyê bikaranîn û "gelek spas" yan "pirr spas" were gotin çêtir e."

Lê di eslê xwe de "pirr" jî ne bi maneya "gelek" lê bi wateya "tijî" bû û niha jî di soranî û zazakî de bi wê maneyê ye lê di kurmancî de maneya wê guheriye.

"li yekî sûrî kirin" tê maneya li yekî zorbazî kirin.

EtîmolojîBiguhêre

Wateya resen hêz / qewet / xurtî bû, hevreha zever ya kurdî, zaveri ya (hêz, qudret) ya avestayî, zor (hêz, qudret) ya pehlewî û زور (zor) ya farisî û शूर (sûra: xurt, bihêz, qehreman) ya sanskrîtî ye û ji proto-îranî ye. "Zor" ya tirkî, զօր (zōr) ya ermeniya kevn û զոռ (zoṙ) ya ermeniya devokî ji zimanên îranî hatine deynkirin.

Biguhêre

Ji wêjeya klasîkBiguhêre

WergerBiguhêre

NavdêrBiguhêre

zor

  1. sûrî, zilm, stem, neheqî, zulm, kotek

WergerBiguhêre

SoranîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

zor

  1. gelek, pir

TirkîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

NavdêrBiguhêre

zor

  1. tengavî, tengî, tengayî, nerihetî
    onun için hiç bir zorum, sıkıntım yok
    ji bo wê tu nerihetiya min nîn e
  2. zor, dijwar, çetîn, zehmet
    zor bir çalışma
    xebateke zor e
  3. divê, pêwist, hewce, mecbûr
    oraya gitmek zorunda
    divê here wê derê, pêwist e here wê derê
  4. pest, pêkutî, kotek
  5. bi zorekê, bi zorê
    halkı zor zapt ettik
    me gel bi zorekê zift kir
  6. zor
    biraz zor yaparsın
    tu dê hinek zor karibî bikî