Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pir pir
Îzafe pira pirên
Çemandî pirê piran
Nîşandera çemandî pirê wan piran
Bangkirin pirê pirino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirek pirin
Îzafe pireke pirine
Çemandî pirekê pirinan
 
Pira Delal (Zaxo)

pir , p-ya req, r-ya nerm

  1. Rêya ku hatiye avakirin daku mirov pê di ser avekê re bibore anku derbas bibe (bi taybetî di ser çemekî yan robarekî re).
    Hevmane: pire, kuprî, cisir

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî پرد(pird) (pird), zazakî pird, hewramî pirdî, farisî پل‎ (pol), pehlewî 𐭯𐭥𐭧𐭫𐭩 (puhl), partî purt, avestayî 𐬞𐬆𐬭𐬆𐬙𐬎 (pərətu), sanskrîtî पर (para: di ser re borîn), latînî portus (lîman, bender, keştîgeh > gelek zimanên ewropî port), yûnaniya kevn πόρος (póros: buhir, derbaz, derbend), îngilîzî ford (meyav, derbazgeha avê), almanî Furt (meyav, derbazgeh), îngilîzî firth (derbend), zimanên skandinavî fjord (derbend)... hemû ji proto-hindûewropî *pértus (derbazbûn). Binêre herwiha borîn, borandin.

Çavkanî: Horn p.72, Watkins p.65, MacKenzie P.118, Etymonline | Pokorny: 816 - 817

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Hoker biguhêre

pir, p-ya req, r-ya req

  1. gelek, gelekî, zehf, zêde:
    Ev pir xweş e. (Ev gelekî xweş e.)
    Pir dibêje lê kêm dike. (Tenê bo axiftinê zîrek e, bo kirinê tembel e.)
    • Gunahê min bixufranî
      “Mîm û Hê” pir gunehkar e
      Belê navê te xeffar e
       — (Feqiyê Teyran, )
  2. (sormancî) tijî, dagirtî, mişt:
    Ev qazan pir e. (Ev qazan tijî ye.)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Dijmane biguhêre

Etîmolojî biguhêre

proto-hindûewropî: *pel- / *ple- ("dagirtin, tijî kirin")

proto-îranî *per- ("tijî kirin")
avestayî: pirine- ("tijî"), pir- ("tijî kirin")
farisiya kevn: peru ("tijî")
hotenî: p'r ("tijî")
farisî: pur ("tijî")
belûçî: pur ("pir") ...
kurmancî: pir ("pir, gelek")
soranî: pirr ("tijî")
zazakî: pirr ("tijî")
sanskrîtî: pûrna- ("tijî"), per- ("dagirtin, tijî kirin")
yûnanî: plethos, poly- ("tijî, pir")
latînî: plēnus ("tijî")
almanî: voll ("tijî")
îngilîzî: full ("tijî"), fill ("tijî kirin") ...
Çavkanî: Cheung p.295, Horn p.66, Watkins p.64, Etymonline | Pokorny: 798 - 801


biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Diyarker biguhêre

pir

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
  2. Pir kes li wê derê bûn.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Rengdêr biguhêre

pir

  1. gelek, zehf, zêde, hejmareke mezin:
    Em pir in, ne hindik in. (Em gelek in, ne kêm in.)

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

pir pirjimar

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
  2. Pir (kes) dixwazin lê kêm (kes) qebûl dibin. (Gelek kes dixwazin lê hindik kes tên qebûlkirin.)

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA: /pʰɪr/

Rengdêr biguhêre

pir

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina پڕ‎.

Endonezyayî biguhêre

Navdêr biguhêre

pir

  1. hirmî

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Malezî biguhêre

Navdêr biguhêre

pir

  1. hirmî

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA: /pʰiɾ/

Navdêr biguhêre

pir

  1. pîr, kal
  2. mahir
  3. têr baş