Pêvek:Bilêvkirin/r
|
KurdîBiguhêre
Di kurmancî de sê cûn R hene: r-ya nerm, r-ya zirav û r-ya qelew.
R-ya zirav û r-ya qelew herdu r-yên req in.
r-ya nermBiguhêre
R-ya nerm wek R-ya di van peyvan de ye:
- agir, nerm, birin
R-ya nerm ti car nayê destpêka peyvê lê wek din li her dera peyvê dikare peyda bibe.
r-yên reqBiguhêre
R-yên req (anku R-ya zirav û R-ya zirav) dikarin li herdera peyvê hebin.
R-ya zirav wek R-ya di van peyvan de ye: reng, rind, şerr, berrevan
R-ya qelew wek rêya van peyvan e: rast, reş, roman