Kurmancî biguhêre

Di zimanê kurdî de (bi taybetî di zaravayê kurmancî de) tîpa k bi du awayan tê bilêvkirin:

Nerm biguhêre

K-ya nerm yek ji du awayên jihevcuda yên bilêvkirina tîpa K ye di zaravayê kurmancî de:

k-ya nerm wek k-ya di van peyvan de tê bilêvkirin: kevn, kêm, çek, rakirin

  Agadarî: Di soranî de k-ya nerm nîne, li şûna k-ya nerm ya kurmancî jî k-ya req tê bikaranîn.

Req biguhêre

K-ya req yek ji du awayên jihevcuda yên bilêvkirina tîpa K ye di zaravayê kurmancî de:

k-ya req wek k-ya di van peyvan de tê bilêvkirin: Kurdistan, karmend

  Agadarî: Di soranî de k herdem req e.