Zayenda mê
Rewş Yekjimar Pirjimar
Binavkirî kurmanciya navendî kurmanciyên navendî
Nebinavkirî kurmanciyeke navendî kurmanciyine navendî
Agahdarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva
yekem li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere.

kurmanciya navendî

  1. Devokên kurmancî yên ku ji Mûsilê heta Diyarbekirê tên peyivîn (merkezê van devokan teqrîben Mêrdîn e).
    • Ji Botan rojhilattir kurmanciya rojhilat heye ko li Dihokê, Hekariyan, Urmiyê, Bazîdê, Wanê û deverên nêzîkî wan tê axiftin. Ji Botan rojavatir jî kurmanciya navendî heye ko li Mêrdînê, Qamişloyê, Diyarbekirê û hin deverên din yên nêzîkî wan tê axiftin. Herçi Botan e, ko ji Cizîrê, Sêrtê û hin deverên din pêk tê, ew dikeve navbera van herdu komên devokan (kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî) û hin ji taybetmendiyên rojhilatî û hin jî yên navendî li Botan li kar in. — (Husein Muhammed: Parvekirina devokên kurmancî, nefel.com 12/2013)

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji kurmancî + navend.