Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina agir  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî agir agir
Îzafe agirê agirên
Çemandî agirî agiran
Nîşandera çemandî agirî wan agiran
Bangkirin agiro agirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî agirek agirin
Îzafe agirekî agirine
Çemandî agirekî agirinan
 
Agir

agir nêr

  1. Germahî û ronahiya ku peyda dibe dema tiştek dişewite anku disuje.
    Agir tiştek talûke ye.
  2. Kuçk yan argûn yan tebax.
    Çayekê dane ser agirî.
  3. Şewat, bûyera şewitîna anku sotina tiştekî.
    Tevaya mala wan di agirî de şewitî.
  4. Berdana fîşekan yan topan.
  5. coş, coşdarî, enerjî
    Agirê dilê min.
  6. ta, tagerm

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Ev gunbeda dewwarê çerx
    Agir di ab û gil dikit
    Qelban ji qelban hildikit
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Têkilî

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji *adir, ji proto-hindûewropî *h₁eh₂ter- (agir). Hevreha soranî ئاگر(agir), hewramî ayir, awir, ar, êr, zazakî adir, farisî آذر(azer) / آدر(ader) û آتش‎ (ateş), tacikî озар (ozar), pertî 𐭀𐭕𐭓𐭅‎ (adur), pehlewî 𐭠𐭲𐭥𐭥𐭩‎ (atur), hexamenişî 𐎠𐎫𐎼 (ātar-), 𐎠𐎫𐎼 (ātr-), medî 𐎠𐎫𐎼 (*ātr-), 𐎠𐎰𐎼 (*āθr-), avestayî 𐬁𐬙𐬀𐬭𐬱(aterş), lurî teş, osetî арт (art), peştûyî اور‎(اvr‎) (or), sanskrîtî अथर्वन् (athervan), ermenî այրեմ (ayrem, sotin), sirbî ва̏тра (vatra: agir), çekî vatra, albanî vatër, îrlendî áith, weylsî odyn, umbriyayî atru, latînî āter (reş, tarî). Bo guherrîna d>g bide ber جگە(cige), digan.

Ev peyv ji zimanên îranî bi berfirehî ketiye zimanên tirkîkî û cihê peyva [skrîpt hewce ye] (ot, agir) ya tirkiya kevn girtiye yan jî li gel wê tê bikaranîn: osmanî آتش‎(âteş) û آذر(âzer), tirkî ateş ("od" ya tirkiya xwemalî hema-hema êdî qet nayê bikaranîn), azerî atəş (li gel od ya esil-tirkîkî), ozbekî otash (li gel oʻt ya xwemalî), kirgîzî аташ (ataş - li gel от /ot/ ya xwemalî).

Ji bilî zimanên tirkîkî, heman peyv herwiha ketiye ermenî (աթաշ (atʻaš /atʿaş/)) û gelek zimanên Hindistan û Pakistanê jî: ûrdûyî آتش‎(atiş), hindî आतिश (atiş)...

Bi zaravayên din

biguhêre

Bilêvkirin

biguhêre

agir

  1. kirin
  2. xebitîn, xebat kirin
  3. tesîr lê kirin