Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xal xal
Îzafe xalê xalên
Çemandî xalî xalan
Nîşandera çemandî xalî wan xalan
Bangkirin xalo xalino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xalek xalin
Îzafe xalekî xaline
Çemandî xalekî xalinan

xal nêr

  1. (malbat) birayê dayika kesekî/ê
    Elî xalê min e. (Elî birayê diya min e.)

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkildar biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî خال(ḵāl) ku herwiha wek خاڵ(xał) ketiye soranî û wek خالو(xalû) di farisî de jî cih girtiye. Ji eynî rehî: xalet, xaltî ku herwiha wek خاله(xalh) (xale/xalê) ketiye farisî û wek hala jî di tirkî de cih girtiye.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xal xal
Îzafe xala xalên
Çemandî xalê xalan
Nîşandera çemandî xalê wan xalan
Bangkirin xalê xalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xalek xalin
Îzafe xaleke xaline
Çemandî xalekê xalinan

xal

  1. nuqte, şanik, niqutk, deq, niqte, nuqtik, bêrq, pinî, pitik, nixtik, nuxte, pîne,
    nîşana hûrik û girover ya li dawiya her hevokêdanîn
    • Asîmanê bê sitûn wî kir bedîd
      Sûretê ba xal û xet wî aferîd
       — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)
  2. bend, birg, made, her hevoka yan paragrafa jimarkirî ya metnê qanûnekê yan peymanekê yan argumentekê
    Xala sêyem ya peymanê dibêje ku divê 1 000 euro pêşin bêt dan.
  3. pileyên biserketinê yan paşvemanê
    Ew sê xalan li pêş min e. (ji min zîrektir yan biserketîtir e.)
  4. leke, teqme, niqteyek pîs ya ku ketiye ser tiştekî (bi taybetî ser cilan)
  5. gelek caran ji bo cihên polîsan tê gotin
    xala pişkinînê, xala zêrevaniyê....
  6. mijar, mesele

Etîmolojî biguhêre

erebî خَال(ḵāl, nuqte, nîşan, xal)

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

xal

  1. (malbat) xal

Mongghulî biguhêre

Navdêr biguhêre

xal

  1. eyne, awêne, mirêk, qotîk

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên eyne hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]