Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qanûn qanûn
Îzafe qanûna qanûnên
Çemandî qanûnê qanûnan
Nîşandera çemandî qanûnê wan qanûnan
Bangkirin qanûnê qanûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qanûnek qanûnin
Îzafe qanûneke qanûnine
Çemandî qanûnekê qanûninan

qanûn

  1. Rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
    (bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan).
  2. Hemî biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî wan dernekeve

Ji wêjeyê biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Hevmane biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Deyn ji erebî قانوون(qanûn) ji yûnaniya kevn κανών (kanón) ji κάννα (kanna, rûl, çîx, qamîş) ji akadî 𒄀 (qanû) ji sûmerî 𒄀𒈾 (gi.na).

Herçi "yasa" ye, ew bi rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e. Heman peyv serekaniya "yasak" (qedexe, mennû') ya tirkî ye (> kurdî "yasax"). Lê herwiha dayika peyva kurdî "asa" (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa "y" ji destpêkê ketiye ev in: "ol" (ji "yol=rê"), aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim"), "erpîze" (ji "yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.

"Zagon" ji "закон" (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.

Herçi peyva "distûr" e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya "qanûna bingehîn" (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye. Lê di kurdî de "destûr" bi giştî bi maneya "izin, ruxset, îcazet, rêdan" tê bikaranîn.

Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

 
qanûn (2)

qanûn

  1. amûreke muzîkê ya wek tewleyê ye

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî قانون(qanûn) ji yûnanî όργανον (órganon) (organon: amûr, alet) ku herwiha serekaniya peyvên organ û org e jî. Bo hin peyvên din jî ku tê de kîteya destpêkê ya peyva ji yûnanî di erebî dikeve, binêrin: Incîl û iblîs.

Werger biguhêre