Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî met met
Îzafe meta metên
Çemandî metê metan
Nîşandera çemandî metê wan metan
Bangkirin metê metino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî metek metin
Îzafe meteke metine
Çemandî metekê metinan
 
Bo qedirgirtinê mirov ji her jina ji xwe pîrtir re dibêje metê.

met

  1. (malbat) Xwişka bavê kesekî/ê.
    Sebîna meta min e.
    Sebîna xwişka babê min e.
  2. Navekî rêzgirtinê ye bo jinên ji kesa/ê axiver gelekî mezintir.

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

Forma navkî met bi xwe pir kêm tê bikaranîn yan qet nayê bikaranîn. Li cihê wê jî bi piranî forma bangkirinê metê yan jî forma biçûkkirinê/şîrînkirinê metik tê xebitandin. Bo nimûne: Metê dibêje ku...

Bide ber biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî عمة('emmet, met) ku forma ye ji peyva عم('emm, mam, ap) ku serekaniya peyvên kurdî mam û am e. Hevreha aramî ܥܡܬܐ‎ ('em[mi]θa). Herwiha bide ber xalet / xaltî ku ji erebî خالة(xalet) in ku forma mê ye ji peyva خال(xal, xal) e ku serekaniya xal ya kurdî ye. Ev her çar peyvên xizmatiyê ji bilî kurdî herwiha ketine farisî jî. "Hala" ya tirkî jî ji خالة(xalet) ya erebî ye anku hevreha "xalet, xaltî" ya kurdî ye lê maneya "met" girtiye. An jî dibe ji aşûrî ketibin nav kurmancî.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

met

  1. (malbat) met, metik

Afrîkansî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Daçek biguhêre

met

  1. li gel, bi ... re, pê re

Bretonî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Hoker biguhêre

met

  1. , lê belê, feqet, ema

Fînî biguhêre

Cînav biguhêre

met

  1. (devokî) formek ji cînavê me (em, me)

Fransî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Formeke lêkerê biguhêre

met

  1. formek ji lêkera mettre (danîn)

Holendî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Daçek biguhêre

met

  1. li gel, bi ... re, pê re

Îngilîzî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Formeke lêkerê biguhêre

met

  1. dema borî ji lêkera meet-

Lombardî biguhêre

Lêker biguhêre

met

  1. danîn

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên danîn hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Navdêr biguhêre

met

  1. avrabûn, rabûna deryayê
  2. darqîtk, çoçirt, reqeçov
  3. qîtk