KurdîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

NavdêrBiguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî awêne awêne
Îzafe awêneya awêneyên
Çemandî awêne awêneyan
Nîşandera çemandî awêne wan awêneyan
Bangkirin awêne awêneyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî awêneyek awêneyin
Îzafe awêneyeke awêneyine
Çemandî awêneyekê awêneyinan
 
mirêk

awêne

  1. Cama ku mirov xwe tê re dibîne.
    • Ji ser qenepê rabûm, derbasî lavaboyê bûm, dest û serçavên xwe şuştin. Serê xwe bilind kir, min li awêneyê nihêrî. — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2em, r. 79, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Dema tu dihatî ser hemdê xwe, awêne dihat bîra te, te dixwest rûyê xwe bibînî. Wê xerîbê, wê nasê! Lê tu wisa bêmecal bûy ku te nekarî bêjî ka awêneyek bidin ber rûyê min lê tu karibûyayî jî te yê ji şerman negota, tu wek miriyan bûy û te awêne dixwest, meraqa çav û birûyan, lêv û pozî dikir. — (Mizgîn Ronak, Xerîbiya awêneyê [arşîv], xwebun.org2020)
    • Çûm ber awêneyê, min li rûyê xwe nihêrî, lê min sûretê di awêneyê de nasnekir; tiştekî ecêb î xofdar bû. — (Sadiq HidayetBûmê Kor, Na Yayınları, 2014, r. 80, ISBN 9786056392658)

HerwihaBiguhêre

HevmaneBiguhêre

Bide berBiguhêre

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha din ya kurmancî eyne, soranî ئاوێنه(awênh) (awêne), farisî آیینه‎ (ayîne/ayînê), pehlewî *adênek, avestayî evi-deyenek ji evi- (, bi) + dey-, dî- (dîtin), hemû ji zimanên îranî. Wek ayna ketiye tirkî. Ji eynî rehî: wêne.

Biguhêre

WergerBiguhêre

NavdêrBiguhêre

awêne

  1. (mecazî) Rewşa ku li ber çavên hemû kesan diqewime.
    • Windayên me awêneya pergalê ne. Her çiqas nexwazin vê awêneyê bibînin jî lê em li vir in. Duh salvegera qetilkirina bavê min bû. Me bavê min di salvegera 26’emîn de bi bîr neanî. Çimkî em vê mirinê qebûl nakin. — (‘Windayên me awêneya pergalê ye’ [arşîv], e-rojname.com07.12.2019)

HevmaneBiguhêre

WergerBiguhêre