Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kalan kalan
Îzafe kalanê kalanên
Çemandî kalanî kalanan
Nîşandera çemandî kalanî wan kalanan
Bangkirin kalano kalanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kalanek kalanin
Îzafe kalanekî kalanine
Çemandî kalanekî kalaninan
 
Şûrek (li jor) û kalanê wî (li jêr).

kalan nêr

  1. kaloxkê şûr û xenceran, şilf, derdanka şûr û xenceran, kevlanê şûr û xenceran

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkilî biguhêre

Bide ber biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevrehên soranî کالان‎(kalan‎) û کێلان‎(kêlan‎), zazakî kalanî / kalenî, hewramî kêlane... hemû ji zimanên îranî *kārta-dāna- (kêrdank): *karte-dane- > *kart-dan > *kardan > *karan > kalan.

Formên kavlan, kevlan bi têkilkirina kalan li gel kevlan peyda bûne.

Di nav zimanên îranî de peyv tenê di kurdî de tê bikaranîn. Farisî peyvên نیام‎ (niyam) ya îranî û peyva غلاف‎ (ẍilaf) ya ji erebî bi kar tîne.

կալան (kalan) ya ermenî ji kurdî hatiye wergirtin. Ačaṙean idia dike ku kurdî ew peyv ji ermenî wergirtiye lê hem bi baweriya Chyet û hem jî ya me peyv bi eslê xwe kurdî ye. Ermenî ew ji kurdî wergirtiye ji ber ku peyv di hemû lehceyên kurdî de heye lê di ermenî de tenê di lehceyên rojavayî (lehceyên ermenî yên Bakurê Kurdistanê) de peyda dibe. Ji xwe peyva xwemalî ya ermenî պատյան (patyan) e.

Nêzîkiya dengî û têkiliya wateyî ya peyva kurdî kalan li gel peyva tirkî kalkan (mertal) ihtimalen tesedifî ye. Peyva tirkî hevrehên xwe di zimanên piraniya zimanên tirkîkî û mongolî de hene û ne mimkin e ku ew ji kurdî be. Peyva kurdî jî ne ji tirkî ye ji ber ku "ka-" ya tirkî di kurdî de herdem dibe "qa- / qe-" (wek "kalın > qalind" û "kara > qere-") lê ti caran wek "ka-" namîne.

Çavkanî:
  • Հրաչեայ Աճառեան։ Հայերէն արմատական բառարան. Երեւանի Համալսարանի Հրատարակչութիւն, Երեւան, 1926։ [Hračʿeay Ačaṙean: Ferhenga rehên ermenî. Weşanên Zanîngeha Êrîvanê, 1926.]
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 295.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 512-513

Werger biguhêre

Formeke navdêrê biguhêre

kalan

  1. forma pirhejmar ya çemandî ji peyva kal (pîr)

Etîmolojî biguhêre

Ji kal +‎ -an.

Tirkî biguhêre

Rengdêr biguhêre

kalan

  1. mayinde, ya ku dimîne
  2. berma
  3. mayînde
  4. mayî, bermayî
  5. mayîne

Etîmolojî biguhêre

Ji kal- +‎ -an.