karxezal
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | karxezal | karxezal |
Îzafe | karxezala | karxezalên |
Çemandî | karxezalê | karxezalan |
Nîşandera çemandî | wê karxezalê | wan karxezalan |
Bangkirin | karxezalê | karxezalino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | karxezalek | karxezalin |
Îzafe | karxezaleke | karxezaline |
Çemandî | karxezalekê | karxezalinan |
karxezal mê
- karikên xezalan, xezalên genc,
xezalên ku jiyê wan anku temenê wan biçûk e- Dev û lêvine şekirî xwe lê kiribûne mazûrvan ku yekî digot hema firişteyeke bihişta Laleşê ye û bi karxezalên li zozanên Botan çêriyaye. — (Zeynelabidîn Zinar, Balafira Jînê, Weşanên Pencînar, 1993, r. 18, ISBN 91 972090 3 1)
- (mecazî) keç û jinên ciwan û delal
- Gava ko çavên Kerrî bi karxezalê ket, desthelatdariya xwe ji dest da. — (Perwîz Cihanî, Bilîcan, Nefel, 2002, r. 311, ISBN 91-89687-12-4)
- Ev karxezala min ya ku bi salan ji min hez kiribû, gotinên herî xweş ji min re gotibûn(...) — (Firat Cewerî, Payiza Dereng, Avesta, 2014, r. 33)