Bilêvkirin

biguhêre
 
şûrek (1)

şûr n

  1. (çek) Çekek devikdirêj e bi gelemperî hinekî tewandî anku çemandî ye (mirov bi dest xwe digirin û pê şerr dikin).
    Hevmane: şemşîr
    • Di piraniya şevan de gava ku wan şûrên sibhanî yên dudev bi milên xwe ve dadileqdin, saweke giran dixistine hinav û dilên dijminan. — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993ISBN 91 972090 3 1)
    • Şûrê Xalid li pişta te ye, / Ji neha û heta sibê heft sed siwarê, / Kurda bi gerdanî li pişta te ye — (Amadekar: Mele Xelefê Bafê Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan, Çapxaneya Emîral2004)
    • Hatin, lê bi tang, top, şûr û dekên xwe ve hatin. — (Mehmed UzunHêz û Bedewiya Pênûsê, Weşanên Nûdem1993)
    • U adetê Ekradan, xândar şîrê xwe (şûrê xwe) davê ustuyê Xwe û topekî cawî didite bin çengê xwe û diçit xwe davējite mala xweyî xûnê ko "Ev e şîr û ev e kefen, yan min bikuje yan min aza bike." Icarê xweyê xûnê elbette wî xûndarê xwe aza dike. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 56, ISBN 9789944360678)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *ḱōro- ji *ḱō- (sûn, hesûn, sûtin), hevreha hesan, san, sûn, hesûn, sûtin yên kurdî, سان (san) ya farisî, अश्रि (áśri: devê kêr û amûrên weke wê) û शूल (śū'la: amûrên tûj) ya sanskrîtî, սուր (sur: şûr; tûj) û հեսան (hesan: hesan) yên ermenî, cōt (hesan) û catus (jîr) yên latînî.

Binêre herwiha

biguhêre

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sword a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr 1

biguhêre

şûr

  1. têrxwê, tiştê zêde xwê di nav de heye (bi taybetî xwarin)

Rengdêr 2

biguhêre

şûr

  1. Guhartoyeke şorr (cilên zêde dirêj).