Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
dirêj dirêjtir herî dirêj
dirêjtirîn
 
Qelemekî dirêj (li jêr) û yekî kurt (li jor).

dirêj

  1. ne kurt, ne kin, ne qut,
    bi mesafeya xwe mezin:
    qelemekî dirêj
    mêrekî dirêj
    rêyeke dirêj
    filmekî du saetan dirêj
    Mesele dûr û dirêj e.
    • Hekkakî bi navê »Zîn« nivîsî
      Destê xwe dirêj kirî ku bînit
      Da qenc nezer bikit bibînit
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. (tirkmancî) bilind, bejnbilind

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî درێژ(dirêj), goranî/hewramî dirêj, belûçî دراج‎(drac), farisî دراز‎(deraz, dêraz), farisiya navîn 𐯌𐮲𐮹𐮰𐮿‎ (dlʾc /drāz/), tacikî дароз (daroz), avestayî 𐬛𐬭𐬁𐬘𐬀𐬵‎(drājah, /draceh/) ji proto-îranî *draHǰʰas ji proto-hindûewropî *dléh₁gʰ-s ~ *dl̥h₁gʰ-és.

Herwiha têkilî zazakî derg, partî 𐫅𐫡𐫄‎ (d'rǧ) û 𐫅𐫡𐫃 (derǧ), hexamenişî 𐎭𐎼𐎥 (d-r-g /derge/), avestayî 𐬛𐬀𐬭𐬆𐬔𐬀‎(darəga, /derige/), osetî даргъ (darǧ), peştûyî لارغه‎‎ (lā́rǧa), sanskrîtî दीर्घ (dīrghá), hindî दीर्घ (dīrgh), ûrdûyî دیرگھ‎(dergh‎) (dīrgh), rusî до́лгий (dólgiy), bulgarî дълъг (dǎlǎg), makedonî долг (dolg), polonî długi, yûnanî δολιχός (dolixós)... hemû ji proto-hindûewropî *dl̥h₁gʰós.

Herwiha têkilî peyva kurmancî dereng / direng, soranî دره‌نگ(direng), pehlewî drang (/dreng/), (ji vir pê ve bi wateya "dirêj":) latînî longus (bi ketina D-ya destpêkê), îngilîzî long, portugalî longo, fransî long, îtalî lungo, spanî luengo, romanî lung, îngilîzî long, almanî/danmarkî/holendî/norwecî lang, swêdî lång... hemû ji proto-hindûewropî *dlongʰos.

Guherîna L-ya hindûewropî bi R di zimanên îranî de diyardeyeke berbelav e. Binêrin bo nimûne: roj, rîx, rûvî...

Peyvên dirêj, dereng û dêrîn hem ji aliyê wateya xwe û hem jî ji hêla dengên xwe ve di gelek zimanên hindûewropî de dişibin hev û di dîrokê de carinan bi hev guherîne jî. Loma bo nimûne derg (dirêj) ya zazakî ji dirêj ya kurmancî zêdetir dişibe dereng ya kurmancî.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Paul, Ludwig. (1998) "The Position of Zazaki Among West Iranian languages" University of Hamburg. pdf.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q. (2006): The Oxford Introduction to Proto-Indo-European and the Proto-Indo-European World (Oxford Linguistics), New York: Oxford University Press.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • Расторгуева В. С., Эдельман Д. И. Этимологический словарь иранских языков. [Rastorguyeva V.S., Edelman D.I.: Ferhenga Etîmolojî ya Zimanên Îranî] (bi rûsî) 2000-2011.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Bi zaravayên din

biguhêre
  • Soranî: dirêj
  • Kurdiya başûrî: dirêj
  • Hewramî: dirêj
  • Zazakî: derg
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

biguhêre

dirêj

  1. dirêj