Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
tuj  / tûj

Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
tûj tûjtir herî tûj
tûjtirîn

tûj, t-ya nerm

  1. Tişta/ê serikê wê / wî pirr zirav
    (bi taybetî daku bikare tiştan kun bike, wek derzî yan nişterê):
    derziyeke tûj
  2. tişta/ê ku devikê wê xweş tiştan dibire:
    kêreke tûj
  3. Tişta/ê dikare devê mirovî biarîne anku bizûrîne ger mirov bixwe (wek bîberan anku îsotan anku filfilan).
  4. tundrew
    • bi qasî ku ji haya wî çêbûbu, daxwazeke wiha tûj di dilê wî de serî ranekirîbû... — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 52, ISBN 978-605-2246-80-1)

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha tîj.

proto-hindûewropî *(s)teig- ("tûj kirin")

proto-îranî *tî(n)c- ("tûj kirin")
avestayî: teêçe- ("tûj")
farisiya kevn: tigre- ("tûj")
pehlewî: tîj, tyz ("tûj")
farisî: tîz ("tûj")
kurdî: tîj > tûj ("tûj")
belûçî: tēz ("tûj")
hewramî: tej, tîj ("tûj") ...
zazakî: tûj, tîj ("tûj")
sanskrîtî: tej- ("tûj kirin")
yûnanî: stizein ("kun kirin")
latînî: stinguere ("kun kirin")
almanî: stechen ("kun kirin")
îngilîzî: stick ("gilç, darikê zirav, "kun kirin") ...
Çavkanî:
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 92.,
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 389 ,
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 85,
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966,
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.