Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
 
Çend çek (1)

çek bi gelemperî pirrjimarî

  1. (leşkerî) Tiştên şer pê tê kirin (wek: tifeng, top, moşek, şûr).

Bi alfabeyên din

biguhêre

Cûnên çekan

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji ermenî զենք (zenkʻ) (zenk': çek, sîleh) ji ermeniya kevn զէնք (zênk) ku forma pirrhejmar ji զէն (zên: sîleh) e ku bi xwe ji zimanên îranî ye, bide ber pehlewî zên (> kurdî zindan) û avestayî zeêne- (sîleh, çek). Herwiha dikare hevreha çekûç û çeqo be, ji proto-îranî *çekus-, ji proto-hindûewropî *kekos. Herwiha bide ber akadî kekku (çek, daredest).

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
biguhêre
 
Çek (2)

çek

  1. Kaxezek e tê dagirtin û îmzekirin bo ku kesek bikare tevavek pareyan ji bankeyêwergire.
  • (lêker) çek hûr kirin: çek dan bi dirav ango pare
  • (lêker) çek îmze kirin
  • (lêker) çek qebûl kirin
  • (navdêr) çekhûrkirin
  • (navdêr) çekîmzekirin
  • (navdêr) çekqebûlkirin

Etîmolojî

biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha soranî چه‌ک(çek), farisî چک(çek), pehlewî [skrîpt hewce ye] (çekk), têkilî peyva şah. صَكّ(ṣekk) ya erebî, çek ya tirkî, check û cheque yên îngilîzî, chèque ya fransî, almanî Scheck, cheque ya spanî û portugalî, чек (çêk) ya rusî... ji zimanên îranî hatine wergirtin.

biguhêre
 
Çek (3)

çek nêr, ç-ya nerm, k-ya nerm

  1. Tiştên mirov li ber xwe dike, tiştên mirov dike ber xwe, tiştên mirov li xwe dike
    (wek: çakêt, gumlek, saqo, kiras, şelwal, derpî).
  • (lêker) çek kirin ber (xwe yan kesek din)
  • çek li (xwe yan kesek din) kirin
  • çek ji (xwe yan ji kesek din) kirin

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.