Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina şer  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şer şer
Îzafe şerê şerên
Çemandî şerî şeran
Nîşandera çemandî şerî wan şeran
Bangkirin şero şerino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şerek şerin
Îzafe şerekî şerine
Çemandî şerekî şerinan

şer n, r-ya req

  1. lihevdan, lihevxistin (bi dest û piyan yan jî bi dar û beran bo êşandina hev)
    • Yanî di Ekradan da di şerî da revîn ji mirinâ bedtir e (xirabtir û pîstir e). Mirov bi mirinê razî ye, lakin bi wan rezaletan razî nîne. Ji boy vê xeberê narevin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 57-58, ISBN 9789944360678)
  2. ceng, herb, sewaş, bikaranîna çekan anku sîlehan dijî hev.
  3. bikaranîna gotinên tûj yan tal dijî hev
  4. xirabî, guneh

Bi alfabeyên din

biguhêre

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Ew buxçeya her lê bihar
    Lew bilbilan lê qal û şer
    Bê hed ji dil nalî û keyb
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Gotinên pêşiyan

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî شَرّ (šarr, xirab, neqenc, neçê, bed) ji شَرَّ (šarra, xirabî kirin).

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fight a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.