Wîkîferheng:Etîmolojî
![]() |
Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurdî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin. |
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN |
![]() |
Ev vêga ji bo vê rûpelê tenê reşnivîseke pêşniyazê ye. Nehatiye pejirandin û ne fermî ye. Ji kerema xwe here gotûbêjê û ramanên xwe derbarê rûpelê de vebêje. Heke dengdaneke çalak hebe tevlî wê jî bibe da ku biryar li ser bê dayin. |
GelemperBiguhêre
Etîmolojî zanisteke li ser jêdera peyvan e. Esila peyvan yên zimanên nûjen têvel in. Hin peyv ji zimanên kevnar hatine wergirtin, hin ji zimanên din hatine deynkirin hin ji navên kesan hatine, hin jî ji aliyê kesên din ve hatine çêkirin. Beşên etîmolojiyê yên Wîkîferhengê agahiyên resen li ser têketina peyvan li zimanan didin.
Bi kurt û kurmancîBiguhêre
Divê beşên etîmolojiyê pir dirêj nebin. Bi gelemperî lîsteyeke formên berê tenê bes e. Divê çavkaniyên wan pêbawer bin lê belê ji çavkaniyan hertiştî kopî nekin. Rêz ji mafê têlîfê bigrin.
Dibe hin peyv ji agahiyên zêdetir wek peyvên hevreh, nêzîk, yan jî hin şiroveyên sereke sûdê wergirin.
Divê etîmolojî di peyvê sereke de hebe, di formên peyvekê yên din de tunebe.
Etîmolojiya gelêrîBiguhêre
Etîmolojiya gelêrî di gotaran de nîqaş nekin. Ku etîmolojiya gelêrî berbelav be, hingê dibe ku ew jî di gotarê de cih bigire. Lê belê pêşî etîmolojiya 'rast' tên nivîsîn, û etîmolojiya gelêrî divê kurt be. Etîmolojiyên ji hedê xwe dirêjtir dibe ku li gotûbêja peyvê were barkirin da ku zêdetir werin nîqaşkirin.
MorfolojîBiguhêre
Etîmolojî li pey 'guherîna dîrokî" ya peyvan dikeve, ne tenê analîza morfolojiya wan. Mînak di peyva astrolojî de herçiqas mirov dikare morfolojiya peyvê binêre û wek astro- (“stêr”) + -lojî (“-zanî, -nasî”) jî bifikire ji ber ku ew paşgir û pêşgir di kurdî de tê bikaranîn, di rastiya xwe de ev peyv bi rêya inglîzî astrology ji yûnaniya kevn ἀστρολογία (astrología) tê. Bi berevajî, peyva biology ya inglîzî ji yûnaniya kevn nayê lê peyveke dariştî ye ku di salên 1800î de hatiye çêkirin.
Analîza morfolojiya peyvan hêja ye lê belê divê guherîna dîrokî di beşa etîmolojiyê de pêşî were nivîsîn dûre jî analîza morfolojîk. Mînak etîmolojiya peyva astrolojî divê wisa were nivîsîn: "Bi rêya inglîzî astrology ji latînî astrologia (“stêrnasî”) ji yûnaniya kevn ἀστρολογία (astrología, “behsa stêran kirin”) ji ἄστρον (ástron, “stêr, gerestêr, yan komstêr”) + -λογία (logía, “-nasî, -zanî”), Analîza morfolojîk astro- (“stêr”) + -lojî (“-zanî, -nasî”)".
Biwêj, hevedudanî, akronîm û kurtkirinanBiguhêre
Ji bo peyvên hevedudanî şablona {{heve}} di beşa etîmolojiyê de tê bikaranîn. Herwiha ji bo peyvên pêkhatî divê şablona pêkhatî {{pêk}}, ji bo peyvên dariştî şablona pêşgir ({{pêş}}), navgir {{navg}}) û paşgir ({{paş}}) werin bikaranîn daku ew peyv bikevin kategoriyên rast.
Ku zêdetir agahî mîna ji hêla kê ve yan jî kengî hatiye çêkirin hewce bike, hingê wan jî lê zêde bikin.
ÇavkanîBiguhêre
Etîmolojî divê bi çavkaniyan were nivîsîn. Yan di beşa etîmolojiyê de çavkaniyên binivîsîn yan jî di beşa çavkaniyan de lîsteya wan çêkin.
Pergal: Peyvên deynkirî yan mîrasmayîBiguhêre
Peyvên mîrasmayîBiguhêre
Gelek peyvên zimanan ji formên xwe yên kevn wek mîras dimînin û ji wan re peyvên "xwemalî" tên gotin. Ev tê maneya ku ev peyv bi rêya guherîna dengan ji formên xwe yên kevn hatine. Hin zimanên kevnar bi nivîskî tên dîtin û peyitandina wan hêsan e lê gelek ji van ne wisa ne. Mînak fransî, spanî, îtalî, romanî û portegîzî gişt ji latînî hatine. Misalen peyva inglîzî clef û peyva spanî llave herdu ji peyva latînî clāvis (kilîd, mifte) (hevreh in). Ew peyv ji latînî nehatine deynkirin, zimanê latînî bi awayekî xwezayî kemiliye û jê du peyvên cuda çêbûne.
Zimanên pêşî yên kurdî proto-hindûewropî, proto-hindûîranî û proto-îranî ne. Peyvên xwemalî ev peyvên ku ji van zimanên pêşî hatine ne bêyî deynkirina ji zimanekî din yan jî bêyî deynkirina yek ji van zimanên pêşî di zemaneke nêzîk de.
Ku pêkan be, divê mirov hemû reza wergirtin/kemilîna peyvan ji zimanên pêşî binivîse, ne tenê forma herî kevn.
Ji bo nîşankirina zimanê jêder ya ku peyv jê hatiye wergirtin divê şablona {{mîrasmayî}} (bi kurtî: {{mîr}}) were bikaranîn. Ku maneya peyvê di zimanê pêşî û zimanê nûjen de eynî bin hingê ne hewce ye ku mirov maneya peyvê binivîse, ku mane guherîbe, hingê divê maneya peyva orîjînal jî were nivîsîn.
Ji bo peyvên xwemalî mînakek di peyva inglîzî ya father de:
==== Etîmolojî === Ji {{mîr|enm|en|fader}}, ji {{mîr|ang|en|fæder}} ji {{mîr|gem-pro|*fadēr}}, ji {{mîr|ine-pro|*ph₂tḗr}}.
- Ji inglîziya navîn fader, ji inglîziya kevn fæder, ji proto-cermenî *fadēr, ji proto-hindûewropî *ph₂tḗr.
Peyvên JinûvesazkirîBiguhêre
Gelek caran peyvên zimanên pêşî bi nivîskî nehatine qeydkirin. Bi rêya berhevdana peyvên di zimanên malbetekî de mirov dikare van peyvên nehatine nivîsîn hîn bibe.
Ji ber ku peyvên jinûvesazkirî nepeyitandî ne, rêzikên wan cuda ne. Divê navên peyvên jinûvesazkirî hertim bi *
dest pê bike ji bo ku mirov bizane ev peyv jinûvesazkirî ye. Peyvên wisa di beşa sereke de divê tune bin. Divê hertim wek Jinûvesazî:<peyv>
werin çêkirin. Şablonên {{jinûvesazî}} û {{jinûvesazî+}} bi kar bînin.
Mînak:
Ji {{mîr|gem-pro|en}} {{jinûvesazî|gem-pro|dagaz|w=[[roj]]}}
- Ji proto-cermenî [Peyv?] *dagaz ("roj")
Hûn dikarin ji bo peyvên jinûvesazkirî di şablonên {{girêdan}} (bi kurtî {{g}}), {{dû}}, {{ji}}, {{mîr}} û {{deyn}} de pêşiya peyvê * binivîsîn:
Ji {{mîr|gem-pro|en|*dagaz|w=[[roj]]}}
- Ji proto-cermenî *dagaz (“roj”)
Peyvên deynkirîBiguhêre
Hin peyv ji zimanên din hatine deynkirin. Mînak peyva inglîzî ya chasm ji latînî chasma hatiye deynkirin, ew jî ji yûnaniya kevn χάσμα (khásma) hatiye deynkirin. Dibe peyvên deynkirî hem kevnar hem jî nû bin.
Zimanê kurdî ji gelek zimanan peyv deyn kirine. Bi gelemperî ji erebî, farisî û tirkî. Di van rojan dawî de hin peyv ji gelek zimanên din wekî inglîzî û fransî jî hatine deynkirin.
Cudakirina peyvên deynkirîBiguhêre
Ku peyv di dîroka xwe ya etîmolojî de ji zimanekî din hatibe deynkirin, divê vî yekî jî mirov binivîse.
Hin ziman ji zimanê xwe yê kevntir jî peyv deyn dikin. Mînak herdu peyvên spanî yên palabra (“peyv”) û parábola (“kurteçîrok”) ji latînî parabola hatine deynkirin lê belê peyva pêşî (palabra) bi awayekî sirûştî di zimanê spanî de peyda bûye (loma 'xwemalî', lê ya paşî (parabola) gelek dereng di sedsala panzdehan de ji latînî hatiye wergirtin.
MînakBiguhêre
Ji bo nîşankirina peyvên deynkirî şablona {{deynkirî}} yan jî bi kurtî {{deyn}} tên bikaranîn; minak di peyva spanî ya parábola de:
==== Etîmolojî ==== Deynkirî ji {{deyn|la|es|parabola}}, ji {{deyn|grc|es|παραβολή}}. Bide ber {{g|es|palabra}}.
- Deynkirî ji latînî parabola, ji yûnaniya kevn παραβολή (parabolḗ). Bide ber palabra.
Formên peyvan yên deynkirîBiguhêre
Formeke peyvekê dibe ku were deynkirin, hingê divê mirov binivîse "Ji Xên ya ku formeke X e" li vir Xên forma peyvê ye û X peyva ku form jê çêbûye.
Hay jê hebin ku carinan forma peyvekê tên deynkirin û dûre formên din yên vê formê bi rêya dariştinê yan jî bi rêya paşvesaziyê tên çêkirin, carinan jî formên peyvan serbixwe tên deynkirin. Binêre mînaka li jêr:
MînakBiguhêre
Di peyva inglîzî ya stimulate de:
Ji {{ji|la|en|stimulātus}}, partîsîpa perfekt ya {{g|la|stimulō}}, ji {{g|la|stimulus}}.
- Ji latînî stimulātus, partîsîpa perfekt ya stimulō, ji stimulus.
Forma nûjenBiguhêre
Dema etîmolojiya peyveke deynkirî ya ji zimanekî kevn tê nivîsîn, baş e ku mirov hevrehên wê yên ku ji zimanê jêder hatine jî binivîse. Mînak di peyva inglîzî ya they de:
- Ji norsiya kevn þeir (îzlendî þeir, swêdî de, danmarkî de, norweciya bokmålî de, norweciya nînorskî dei).
Peyvên xwemalî yên derbiderkirîBiguhêre
Ji ber peyvên deynkirî carinan peyveke xwemalî êdî nayê bikaranîn. Carinan peyvên çêkirî jî peyvên xwemalî derbider dike. Ku rewşeke wisa hatibe, hingê divê peyvên derbiderkirî jî di beşa etîmolojiyê de were nivîsîn. Mînak peyva inglîzî uncle peyva xwemalî ya inglîzî eme derbider kiriye, herwiha peyva fransî renard (“rûvî”) peyva xwemalî ya fransî goupil derbider kiriye.
Pergal: PeyvsazîBiguhêre
PêkanînBiguhêre
Peyvên pêkhatî ji lihevanîna du an zêdetir peyvan pêktên. Şablona {{pêk}} tên bikaranîn.
MînakBiguhêre
Di peyva inglîzî ya endgame de:
==== Etîmolojî ==== Ji {{pêk|en|end|w1=dawî|game|w2=lîstik}}.
DariştinBiguhêre
Peyvên dariştî tenê ji forma xwe yên dawî tên nîşandan. Hemû rehên peyvê nayên nivîsîn. Şablonên {{pêş}}, {{navg}} û {{paş}} tên bikaranîn û dikevin kategoriyên xwe.
MînakBiguhêre
Di peyva rojnamevan de:
==== Etîmolojî ==== Ji {{paş|ku|rojname|-van}}.
PaşvesazîBiguhêre
Hin peyv ji formên peyvan yên din bi rêya jêbirina hin paşgir û pêşgiran tên çêkirin. Van peyvan di zimannasiyê de wek paşvesazî (bi inglîzî: back-formation) tên binavkirin û ji bo van şablona {{paşvesazî}} tê bikaranîn. Mînak ajo ji ajotin.
MînakBiguhêre
Di peyva inglîzî ya greed de:
==== Etîmolojî ==== {{paşvesazî|en|greedy}}
QusandinBiguhêre
Qusandin (bi inglîzî: clipping) kurtkirina peyvekê bi avêtina çend herfan e. Maneya peyvê naguhere. Qusandin nêzikî paşvesaziyê ye loma divê mirov bala xwe bide wan tevlî hev neke. Şablona {{qusandin}} tê bikaranîn. Mînak Miho ji Mihemmed.
MînakBiguhêre
Di peyva Miho de:
==== Etîmolojî ==== {{qusandin|ku|Mihemmed}}
TêkilkirinBiguhêre
Têkilkirin (bi inglîzî: blend yan portmanteau) çêkirina peyvan bi tevlîkirina du peyvên din e. Şablon {{têkilkirin}}. Mînak brunch têkilkirina breakfast û lunch e.
MînakBiguhêre
Di peyva tirkmancî de:
==== Etîmolojî ==== {{têkilkirin|ku|tirk|kurmancî}}.
- Têkilkirin ji tirk + kurmancî.
Wergerandinên yekserBiguhêre
Wergerandina yekser (bi inglîzî: calque) çêkirina peyveke nû bi rêya wergerandina ji zimanekî din e. Ji bo wergerandinên yekser divê zimanê jêder jî were nivîsîn. Ku jêdera peyvê nayê zanîn hingê hin mînakên ji zimanên din werin nivîsîn çêtir e. Şablona {{yekser}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.
MînakBiguhêre
Di peyva çand de:
==== Etîmolojî ==== {{yekser|la|ku|cultūra}}.
Wergerandina qismen yekserBiguhêre
Wergerandina yekser (bi inglîzî: partial calque) çêkirina peyveke nû bi rêya wergerandina ji zimanekî din, lê tenê qismekî îfadeyê rasterast hatiye wergerandin. Ger temamê peyvê bi şeklê (bi riya wergerandina yekser, rasterast) hatibe çêkirin wê gavê binêre qismê jorî yê bi navê "Wergerandina yekser".
Ji bo wergerandinên yekser divê zimanê jêder jî were nivîsîn. Ku jêdera peyvê nayê zanîn hingê hin mînakên ji zimanên din werin nivîsîn çêtir e. Şablona {{yekser}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.
MînakBiguhêre
Di peyva plotwending de:
==== Etîmolojî ==== Ji {{pêk|nl|plot|wending}}, muhtemelen {{yekser|en|nl|plot twist|nocap=1|qismen=1}}.
Wergirtina wateyêBiguhêre
Wergirtina wateyê (bi inglîzî: semantic loan) di etîmolojiyê de bi rêya wergerandina ji zimanekî din berfirehtirkirina wateya peyvekê ye. Şablona {{wergirtin}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.
MînakBiguhêre
Di peyva fransî ya souris de:
==== Etîmolojî ==== Bi maneya kombersvaniyê {{wergirtin|en|fr|mouse|hûr=1}}.
- Bi maneya kombersvaniyê wergirtina wateyê ji inglîzî mouse.
Lihevanîna dengî-wateyîBiguhêre
Lihevanîna dengî-wateyî (bi inglîzî: phono-semantic matching) di etîmolojiyê de wergirtina peyvên biyanî û guherandina bilêvkirina wan li gorî peyvên xwemalî ye. Şablona {{ldw}} ({{lihevanîna dengî-wateyî}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.
MînakBiguhêre
Di peyva bombebaran de:
==== Etîmolojî ==== Ji {{pêk|ku|bombe|baran}}, {{ldw|fr|ku|bombebaran|hûr=1}}.
- Ji bombe + baran, lihevanîna dengî-wateyî ji peyva fransî ya bombardement.
Peyvên çêkirîBiguhêre
Carinan peyvên nû bi qastî tên çêkirin û ji bo peyvên wisa dibe ku hin agahiyên din jî werin nivîsîn mînak kî/kê li kû û kengî çêkiriye. Ku îmkan hebe, divê mirov çima peyv hatiye çêkirin jî binivîse.
MînakBiguhêre
Di peyva inglîzî ya hobbit de:
==== Etîmolojî ====
Ji hêla [[w:J. R. R. Tolkien|J.R.R. Tolkien]] ve di sala 1937an de hatiye çêkirin.
Diyar e ji {{ji|ang|en|holbytla|ya/yê ku çal çêdike}}.
- Ji hêla J.R.R. Tolkien ve di sala 1937an de hatiye çêkirin. Diyar e ji inglîziya kevn holbytla (“ya/yê ku çal çêdike”).
DûndeBiguhêre
Piştî beşa etîmolojiyê mirov dikare bi beşa Dûnde
peyvên ku ji vê peyvê hatine deynkirin an jî di zimanekî din de jê çêbûne binivîse.
Mînak: Di peyva erebî ya حَيَوَان (ḥayawān) de:
==== Dûnde ==== * {{dû|fa|حیوان|tr=heyvân}} * {{dû|ku|heywan}} * {{dû|tr|hayvan}}
==== Dûnde ==== * Farisî: حیوان (heyvân) * Kurdî: heywan * Tirkî: hayvan
ŞablonBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
- Husein Muhammed, Peyvsazî di zimanê kurdî de [arşîv], 2016