Wîkîferheng:Rêzikên dengdanê

Wîkîferheng > Dengdan > Rêzik> Alîkarî

Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN


Li ser çêkirina dengdanan bendên ku hene li jêr hatine nivîsîn.

Çêkirina dengdanê biguhêre

Her wiha binêre: Alîkarî

Ev rêzik ji bo çêkirina dengdanên nû ne.

  1. Gava gotûbêjek gihişte wê merheleyê ku dengdanek hewce bû, rûpeleke dengdanê ya nû divê were avakirin bi rêya amûrên di Dengdanê de. Divê ev dengdan bi gotûbêja resen ve were girêdan û şablona {{dengdana nû}} jî were tevlîkirin.
  2. Kengî dengdan ji bo destpêkirinê amade bû, rûpela dengdanê divê li beşa Dengdanên çalak û nû were zêdekirin û dîrokên destpêkê û dawiyê werin diyarkirin.
  3. Nîqaşkirin guncan e li van rûpelan.
  4. Her dengdanek wê piştî qedandinê heta demekê di lîsteya dengdanên çalak de bimîne û dûre wê were arşîvkirin û tevlî beşa "dengdanên berê" bibe.
  5. Bi gelemperî divê dengdan di Dengdanê de hema wisa neyên çêkirin. Divê wek encama gotûbêjeke berê ya di dereke dinê de werin destpêkirin.
  6. Bi gelemperî divê dengdan qasî du hefteyan bidomin.
  7. Heta îzaha dengdanê hat xweşkirin divê şablona {{dengdana nû}} were bikaranîn.

Destpêkirina dengdanê biguhêre

  1. Piştî dengdanek hat çêkirin divê 7 roj derbas bibin berî ku were destpêkirin, heke dê bikarhênerek mafên nû an karbidestiya botekê bistîne ev ne hewce ye, wisa be kengî bikarhêner xwast dengdan dikare dest pê bike.
  2. Destpêkirina dengdanê li gor gotûbêjê çi qas hewce be dikare were bipaşxistin.

Qedandina dengdanê biguhêre

  1. Bi gelemperî divê dengdan qasî du hefteyan bidomin.
  2. Heke dengdanek bi ser neket ev nabe astengî ji bo dîsa çêkirina dengdaneke wisa di siberojê de.
  3. Heke rêjeya "erê"yan ya li yekûna "erê"yan û "naxêr"an bigihe 2/3an an jî jê bibore, dengdan tê pejirandin. Heke dengdan ji bo betalkirina rêveberiyê be, ji nêviyê yek bibore jî bes e (1/2 + 1). Heke dengdanek negihe %50an divê wek "çênebû" were qedandin; heke dengdanek bigihe %50an lê ji 2/3an kêmtir be divê wek "hevbîrî nîn e" were qedandin. Dengên bêalî, dengên bikarhênerên neguncan û dengên piştî qedandinê hatibin dayîn di van rêjeyan de nayên hesibandin. Dengdaneke dinê dikare van rêzikan bi hevbîriya civakê betal bike di siberojê de.

Guncavbûna ji bo dengdanê biguhêre

Ji bo bikarhênerekî Wîkîferhengê karibe ji bo dengdanê guncav be, divê ev merc pêk hatibin:

  1. Divê guherandina wan ya pêşîn ya di Wîkîferhenga kurdî de (divê xwecihî be, ne bi rêya transwîkiyê) herî kêm hefteyek berî destpêkirina dengdanê be.
  2. Berî destpêka dengdanê divê di hesabê wan de herî kêm 50 guherandin hebin.
  3. Serê bikarhênerekî dengek dikeve. Heke yek bi çend hesaban deng bide, hemû hesabên têkildar tên astengkirin.