Alîkarî:Dengdaneke nû çeke

Wîkîferheng > Dengdan > Polîtîka> Alîkarî


Li vir hûn dikarin alikariya çêkirina dengdanan bibînin.

Çêkirina dengdanan biguhêre

  1. Çar cureyên dengdanê hene, dengdanên gelemper, rêzik, rêveberî û jêbirinê. "Gelemper" dikare ji bo gelek rewşên wîkîferhengê bes be, rêzik tenê ji bo guherandina qeyd û bendên wîkîferhengê tên bikaranîn.
  2. "Sernavê dengdanê" di tabloyê de biguherînin. Sernavekî kurt hilbijêrin yê ku dikare bi awayekî hêsan fikrê we nîşan bide. Ji bo dengdana rêveberiyê piştî Bikarhêner: navê hesabê xwe binivîsin. Ji bo dengdana jêbirinê, peyva ku hûn dixwazin were jêbirin bi vî awayî binivîsin: peyv. Piştre pêlî çêke bikin.
  3. Dengdana we di rûpelekê nû de dê were vekirin. Agahiyên gelemper, roja destpêk û dawîbûna dengdanê, û lînka gotûbêjên berê di rûpelê dengdanê de binivîsin. Dengdan bi gelemperî piştî 7 rojan dest pê dike û 2 hefteyan didomin. Dengdanên rêveberiyê piştî çêkirina dengdanê dikarin hema dest pê bikin.
  4. Dûre dengdanê qeyd bikin û dengdana xwe di rûpela Wîkîferheng:Dengdan/tablo binivîsin.