şor
Bilêvkirin
biguhêreRengdêr 1
biguhêreşor, r-ya req
Herwiha
biguhêreHevmane
biguhêreDijmane
biguhêreJê
biguhêreava şor: ava deryayan
Bide ber
biguhêreEtîmolojî
biguhêreJi proto-hindûewropî *sūr- (“tirş yan şor/sûr”), hevreha lîtwanî sūrus (sûr/şor), rusî соль (solʹ) (soli: xwê), fransî sur (tirş), îngilîzî sour (tirş), almanî sauer (tirş).
Werger
biguhêre- Almanî: gesalzen → de, salzig → de
- Erebî: مالح
- Ermenî: աղի → hy (ałi)
- Farisî: شور → fa, نمکین
- Fînî: suolainen → fi
- Fransî: salé → fr, salin → fr, saumâtre → fr
- Îngilîzî: salty → en, dangling → en, overhang → en, ?briny → en, ?pendent → en, ?pensile → en, ?sagged → en, ?brackish → en, ?flipperty
- Îtalî: salato → it
- Rusî: солёный → ru (soljónyj)
- Spanî: salado → es, salobre → es
- Swêdî: salt → sv, saltad → sv, saltig → sv
- Tirkî: tuzlu → tr, çorak → tr, eğik → tr, sarkık → tr, ?kelâm → tr, ?lakırdı → tr, ?epidemi → tr, ?laf → tr, ?lafız → tr, ?nezle → tr, ?salkım söğüt → tr, ?yalama → tr
Rengdêr 2
biguhêreşor
- nişîv, berjêr, nizm, tewandî, çemandî
- cil û bergên şepaporr, ew cilên ku pirr fireh in û ji bejna mirovî nayên
- Koro, ev çi cil û bergên şor in te li ber xwe kirine, here niha veguhêze!
Herwiha
biguhêre- şorr (1)
Jê
biguhêrePend
biguhêre- kulavê xwe şor kirin, anko xwe bêminet kirin
Jê
biguhêreEtîmolojî
biguhêre- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
biguhêre- Erebî: منخفض
- Îngilîzî : lowered → en, being lowered, (2) baggy trousers
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | şor | şor |
Îzafe | şora | şorên |
Çemandî | şorê | şoran |
Nîşandera çemandî | wê şorê | wan şoran |
Bangkirin | şorê | şorino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | şorek | şorin |
Îzafe | şoreke | şorine |
Çemandî | şorekê | şorinan |
şor mê
Jê
biguhêreEtîmolojî
biguhêreJi erebî شور (şewr) ku wek şêwir jî ketiye kurdî. Di kurdî de gelek caran "-ew-" ya erebî dibe "o". Nimûneyek jî "dewr" e ku di kurdî de bûye "dor". Bi heman awayî xewx ya erebî jî di kurdî de bûye xox. Di erebî de şewr tenê bi maneyê şêwirê lê ne bi ya "şor"ê tê bikaranîn lê ev nayê wê maneyê ku "şor" ne ji wê ye. Bi heman awayî peyvên kurdî yên ji erebî yên bi eynî wateyê anku qise û xeber jî ne wek di erebî de li kar in lê dîsa jî ji erebî ne. Delîleke din jî bo ku "şor" ji "şewr"a erebî ye ew e ku "şor" tenê li deverên kurmancîaxiv yên erebîaxiv jî lê heyî yan nêzîkî erebîaxivan heye (Mêrdîn, Riha, Efrîn) lê ew li deverên din yên kurmancî peyda nabe.