gotin
KurdîBiguhêre
BilêvkirinBiguhêre
LêkerBiguhêre
gotin (lêkera gerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: -bêj- | ||
RP. Niha | ||
ez | dibêjim | |
tu | dibêjî | |
ew | dibêje | |
em, hûn, ew | dibêjin | |
Fermanî | Yekjimar | bibêje |
Pirjimar | bibêjin | |
Rehê dema borî: -got- | ||
RP. Boriya sade | ||
min | got | |
te | got | |
wê/wî | got | |
me, we, wan | got | |
Formên din: Tewandin:gotin |
gotin lêkera xwerû, gerguhêz, t-ya nerm
- Bi dengekî normal peyivîn (bêyî qîrîn, stirîn yan pistîn).
- Anîn ziman, bi alîkariya ziman peyamek derbirin.
- Di nivîsê de tê gotin ku...
- Eşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin.
- Vê razê ji kesî re nebêje.
- Ferman dan, emir kir.
- Wê got: du kîlo sêv bîne.
- Texmîn kirin, bawer kirin.
- Ez dibêjim ku ew êdî nayê.
- Peyamek giring ragihandin.
- Bi seetan diaxive lê tiştekî nabêje.
Ji wêjeya klasîkBiguhêre
- Her wekî hatiye gotin bê hîsab
Lê neşêm bêjim jî tetwîla Kîtab — (— (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî))
Gotinên pêşiyanBiguhêre
HevmaneBiguhêre
Bi alfabeyên dinBiguhêre
- kurdî-erebî: گۆتن
JêBiguhêre
EtîmolojîBiguhêre
GOTIN: Hevreha avestayî geob-, farisiya kevn geub-, bi pehlewî goften, guften, farisî guften, ji zimanên îranî. Li gor Chyet belkî hevreha weep/wept (girîn, rondik barandin) ya inglîzî be.
-BÊJ-: hevreha hewramî watey û rehê wê yê dema niha -waç-, zazakî vatene û rehê wê yê dema niha -vaj-, pehlewî waz- (binere: awaz), avestayî wac-, sanskrîtî वच् (vac: axivîn) û वक्ति (vakti: ew diaxive), latînî vox, hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ-.
"Gotin" ya kurmancî, "gutin" ya soraniya Mukriyan û "guften" ya farisî hevreh in. "-uft-" ya farisî di kurmancî de wek "-ot-" e û di soranî de "-ut-" e. Bo nimûneyeke din jî: bi farisî "cuft" û bi kurmancî "cot" û bi soranî "cut" loma bi farisî "guften" û bi kurmancî "gotin" û bi soranî "gutin" e jî.
Rehê dema niha yê lêkera "gotin" hem di kurmancî de (di-BÊJ-im) û hem jî di soranî de (de-LÊ-m) awarte anku istisna ye. Lê di farisî de ne awarte ye "guften > mî-GUY-im).
Eger di kurmancî û soranî de rehê dema niha yê "go-tin"ê ne awarte bûya, ew ê di kurmancî de "-goj-" û di soranî de "-guj-" bûya wek çawa ku "avê-tin" dibe "-avêj-", "rêtin" dibe "-rêj-", "patin/pehtin" dibe "-pêj-" û "bêtin" (li bêjingê kirin) dibe "-bêj-" ku "bêjing" jî jê çêbûye.
"Watey" ya hewramî û rehê wê yê dema niha "-waç-" li gel "vatene" ya zazakî û rehê wê yê dema niha "-vaj-" ne awarte ne û herdu ji eynî rehî ne. Ew wek "rêtin, bêtin, patin" yên kurmancî ditewin anku rehê xwe yê dema niha digirin.
Forma rader/mesder "gotin" ya kurmancî û "gutin/wutin" yên soranî li gel formên demên borî (wek "got, gotiye, gotibû") ihtimal e ku ji farisî hatine û wan cihê "bêtin" (bi maneya "gotin") ya kurmancî û formên wê yên dema borî (wek *bêt, bêtiye, bêtibû) girtiye û ew winda kirine. Lê rehê dema niha "-bêj-" her maye.
"Bêtin" (eger hebûya) û rehê wê yê dema niha "-bêj-" hevrehên "watey/-waç-" ya hewramî û "vatene/-vaj-" ya zazakî ye ji ber ku li hemberî "b" ya kurmancî di hewramî de "w" û di zazakî de "v" heye:
- kurmancî: baran, hewramî: waran, zazakî: varan
- kurmancî: befr/berf, hewramî: wewre, zazakî: vewre
Herwiha "ê" ya kurmancî gelek caran di hewramî û zazakî de wek "a" ye, wek kurmancî "hêk", zazakî "hak".
Bi zaravayên dinBiguhêre
WergerBiguhêre
- Talişî: vote → tly
- Afrîkansî: sê → af
- Bambarayî: fɔ → bm
- Bulgarî: казвам → bg (kazvam)
- Çekî: říct → cs
- Çînî: 说 → zh
- Danmarkî: sige → da
- Almanî: sagen → de, Kommentar → de m, Spruch → de m, sich ausdrücken → de, artikulieren → de, ausdrücken → de, bedeuten → de, hervorbringen → de, offenbaren → de, ?aussagen → de, ?Formulierung → de m, ?Votum → de m, ?von sich geben → de
- Erebî: قال (qal), ?الإلقاء → ar, ?القول → ar, ?الكلام → ar, ?المقول → ar, ?مقال → ar, ?مقولة → ar
- Esperantoyî: diri → eo
- Farisî: گفتن → fa (goften), خواندن → fa, روایت → fa, گزارش → fa, واژه → fa, ?اظهار → fa, ?اظهار داشتن → fa, ?سخنرانی → fa, ?مطلب → fa, ?معنی دادن → fa
- Ferî: siga → fo
- filipînî: magsabi
- Fînî: sanoa → fi
- Fransî: dire → fr
- Frîsî: sizze → fy
- Gaelîka skotî: abair → gd, can → gd
- Guwaranî: 'e → gn
- Holendî: opgeven → nl, zeggen → nl
- Mecarî: mond → hu, szól → hu
- Îdoyî: dicar → io
- Indonezî: kata → id, sebut → id, tutur → id
- Inglîzî: say → en, tell → en, state → en, claim → en, lexico- → en, logo- → en, phrasing → en, utter → en, wording → en, ?disquisition → en, ?dissertation → en, ?phrase → en, ?pretense → en, ?pronounce → en, ?say-so → en, ?speechification → en
- Inglîziya kevn: cweþan → ang, gesecgan → ang
- Înterlîngue: dicer → ie
- Îtalî: dire → it
- Îzlendî: segja → is
- Japonî: 言う → ja (いう, iu), 語る → ja (かたる, kataru), おっしゃる (ossharu)
- Katalanî: dir → ca
- Latînî: dicere → la
- Lojbanî: bacru
- Malezî: kata → ms
- mançûyî: (sembi), (hendumbi)
- Mayayiya yukatekî: a’alik
- Norwecî: si → no
- Papyamentoyî: bisa → pap
- Polonî: powiedzieć → pl
- Portugalî: dizer → pt, proferir → pt
- Romanyayî: spune → ro, zice → ro
- Rusî: говорить → ru (govoritʹ) (govorîti), сказать → ru (skazatʹ) (skazati)
- Sirananî: taki → srn
- Slovakî: povedať → sk
- Spanî: decir → es
- Swêdî: säga → sv
- Tirkî: söylemek → tr, demek → tr, açılmak → tr, anlatma → tr, çekmek → tr, eyitmek → tr, gır → tr, güfte → tr, hanek → tr, iğne → tr, irat → tr, ?diyecek → tr, ?deme → tr, ?devi → tr, ?hesaba katmak → tr, ?ifade → tr
- Zuluyî: -thi → zu
Biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | gotin | gotin | ||
Îzafe | gotina | gotinên | ||
Çemandî | gotinê | gotinan | ||
Nîşandera çemandî | wê gotinê | wan gotinan | ||
Bangkirin | gotinê | gotinino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | gotinek | gotinin | ||
Îzafe | gotineke | gotinine | ||
Çemandî | gotinekê | gotininan |
gotin mê
- Peyv, kelîme, bêje, çeko.
- Maneya vê gotinê çi ye?
- Axiftin, peyivîn.
- Min ti ji gotina wî fam nekir.
- Peyam, mesaj.
- Gotina wî ji me re hat.
- Pend, şîret.
- Divê zarrok bi gotina dêbavên xwe bikin.
Bi alfabeyên dinBiguhêre
- kurdî-erebî: گۆتن
WergerBiguhêre
- Afrîkansî: woord → af
- Aragonî: parabra → an; parola → an
- Bretonî: ger → br m
- Çekî: slovo → cs
- Çînî: 言 → zh
- Danmarkî: ord → da n
- Albanî: fjalë → sq
- Almanî: Wort → de n, Vokabel → de n
- Erebî: كلمة → ar
- Esperantoyî: vorto → eo
- Ferî: orð → fo
- Fînî: sana → fi
- Fransî: mot → fr
- Frîsî: wurd → fy n
- Galîsî: palabra → gl
- Gaelîka skotî: facal → gd
- Haîtî: mò → ht; pawòl → ht
- Holendî: woord → nl, bewoording → nl
- Mecarî: szó → hu
- Indonezî: kata → id
- Inglîzî: word → en, ?allege → en, ?coddle → en, ?disclosure → en, ?divulge → en, ?enounce → en, ?enunciate → en, ?locution → en, ?mention → en, ?phonate → en, ?phonation → en, ?stating → en, ?term → en, ?told → en, ?utter erance → en, ?utterance → en
- Inglîziya kevn: word → ang
- Îtalî: parola → it m
- Îzlendî: orð → is
- Japonî: 言葉 → ja, 単語 → ja
- Katalanî: mot → ca, paraula → ca
- Latînî: verbum → la, vocabulum → la
- Norwecî: ord → no n
- Noviyalî: vorde → nov
- Papyamentoyî: palabra → pap
- Polonî: słowo → pl; wyraz → pl
- Portugalî: palavra → pt m, vocábulo → pt, termo → pt
- Romanyayî: cuvînt → ro, vorbă → ro
- Rusî: слово → ru (slovo)
- Sicîlî: parola → scn m
- Sirananî: wortu → srn
- Somalî: aray → so
- Spanî: palabra → es m, palabro → es, vocablo → es
- Swahîlî: neno → sw
- Swêdî: ord → sv
- Tagalogî: salitá → tl, salitâ → tl
- Teterî: süz → tt
- Tirkî: söz → tr, sözcük → tr, ?irat etmek → tr, ?kal → tr, ?kavil → tr, ?kelâm → tr, ?laf → tr, ?lafız → tr, ?lütfetme → tr, ?lütfetmek → tr, ?nutuk → tr, ?diyecek → tr, ?itiraz → tr, ?okumak → tr, ?sarf etmek → tr, ?söyleme → tr
- Yûnanî: λέξη → el (léxi)
- Zuluyî: igama → zu