Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Pêşdaçek biguhêre

 
Kitikek anku pisîkek di kartonekê de

di

  1. di ... de, di ... da, cihê tiştekî di tiştekî de diyar dike
    Pêlav di kartonê de ne.
  2. di ... ve, di ... va, cihê tiştekî di cihekî sergirtî de diyar dike
    Du kes di odeyê ve bûn.
  3. di ... re, di ... ra, rêya derbazbûnê diyar dike
    Em di wê derê re çûn.

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  Cudahiya daçekên "di" û "li" ew e ku "li" wî cihî diyar dike ku tiştek lê ye lê "di" wî tiştî diyar dike ku tiştek tê de ye. Loma em dibêjin "li gund, li bajarî, li Kurdistanê" (ji ber ku ew cih in) lê "di kitêbê de, di qutiyê de, di devê wî de" (ji ber ku ew tişt in).

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soraniya mukriyanî ده(de), zazakî de (paşdaçek e), farisî در(der), kurtkirina اندر(ender), pehlewî ender, pazendî eṇder, hexamenişî e(n)ter, sanskrîtî अन्तर् (enter), yûnaniya kevn ἔντερον (ênteron), ermenî ընդերք (ənderkʿ, hinav), latînî interus, intra... hemû ji proto-hindûewropî *énteros ku herwiha serekaniya peyvên hindir û hinav yên kurdî ye, ji proto-hindûewropî *én ku serekaniya li ya kurdî ye + *-teros ku çavkaniya -tir ya kurdî ye. Bo ketina r ji peyvên kurdî, bide ber îca ji îcar yan vêca ji "vê carê", bo ketina "-er" ji peyvê bidin ber kurmancî "xweh" (xuşk) û farisî "xʷaher". Nêzîkiya dengî ya "di" ya kurdî ya pêşdaçek li gel -da / -de ya tirkî ya paşdaçek tesedifî ye. Herwiha binêre: bi, ji, li...

Pêşpirtika berdewamiyê ya lêkeran "di-" (wek "di-k-im, di-got") jî ihtimalen ji "di" ya daçek e: "di-got" anku "di prosesa gotinê de bû", "di-çim" yanî "di prosesa çûnê de me." Ew ne hevreha hevwateya xwe ya "mi-, me-, mî-" ya hin zimanên din yên îranî ye, bo nimûne farisî "mî-konem" (di-kim) yan "mî-goft" (di-got). Ev ji "heme-" (herdem, hemîşe, daîmen") e.

Werger biguhêre

Pirtik biguhêre

di

  1. pirtikeke rêzimanî ye ku di hin devokan de li gel cînav û navdêrên pirhejmar tê bikaranîn
    Ew di baş in. (Ew baş in)
    Ev kitêbên di min in. (Ev kitêbên min in)

biguhêre

Werger biguhêre

3. ya/yê/yên di biguhêre

di

  1. Guhartoyeke din.

Navdêr biguhêre

di nêr

  1. gund: Binêre ., dih

Zazakî biguhêre

Hejmar biguhêre

di

  1. du, 2, II

Binêre herwiha biguhêre

Hejmarên sade yên zazakî

Etîmolojî biguhêre

Binêre: du

Prusiya kevn biguhêre

Navdêr biguhêre

di

  1. (zeman) roj (24 saet yan sibê heta êvarê)

Friyolî biguhêre

Daçek biguhêre

di

  1. ji

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Haîtî biguhêre

Lêker biguhêre

di

  1. gotin

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên gotin hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îgboyî biguhêre

Navdêr biguhêre

di

  1. (malbat) mêr, şû, (mêrê jinekê)

Papyamentoyî biguhêre

Daçek biguhêre

di

  1. ji

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îtalî biguhêre

Daçek biguhêre

di

  1. ji

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Malezî biguhêre

Hoker biguhêre

di

  1. li vir, li vê derê

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên li vir hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Romancî biguhêre

Navdêr biguhêre

di

  1. (zeman) roj (24 saet yan sibê heta êvarê)