Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Hejmar biguhêre

 
şeş

şeş

  1. hejmar 6 jimare VI

Bi alfabeyên din biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Saliha tesbih kirî nûra şikelf
    Şeş miyet û çihar û bîst û elf
    (=1624)
    (Mela Hisênê Bateyî: Mewlûd)

Bizelêv biguhêre

  • şeş in, bi hev xweş in

Qafiye biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

hevreha soranî شه‌ش(şeş), şêxbizinî şeş / şaş, kelhurî şeş, zazakî şeş, mazenderanî şeş, talîşî şeş, belûçî شش‎ (şeş), farisî شش‎ (şeş, şîş), tacikî шаш (şaş), pehlewî 𐭱𐭲𐭠‎ (şeş), avestayî 𐬑𐬴𐬎𐬎𐬀𐬱‎ (xşveş-), sanskrîtî षष् (ṣáṣ), lîtwanî šеšì, latviyayî seši, rusî шесть (šêsti), ukraynî шість (şisti), çekî šest, polonî sześć, latînî sex, fransî six, spanî seis, îtalî sei, îngilîzî six, almanî sechs, swêdî sex, danmarkî/norwecî seks, holendî zes, yûnaniya kevn ἕξ (héks), albanî gjashtë, ermenî վեց (vec’)... hemû ji proto-hindûewropî *swéḱs.

Peyva zimanên samî jî gelekî wek ya hindûewropî ye: îbranî שש (şêş), aramî שתא (şita), siryanî ܫܬܐ (şita), erebî ستة‎ (sitte), amharî ስድስት (sidst)... lê wekheviya wan li gel yên hindûewropî ihtimalen tesedifî ye ji ber ku hejmarên din yên sade ne wek hev yan nêzîkî hev in (ji bilî hejmara "heft" ku bo nimûne bi almanî sieben û bi erebî سبعة‎‎ /seb'e/ ye).

Şibîna hejmara "6" ya hindûewropî li gel sekiz (heşt, 8) ya tirkî û zimanên din yên tûranî bi zelalî tesedifî ye.

Lê peyvên bi maneya "6" di zimanên kartvelî de ji zimanên hindûewropî hatine wergirtin: lazî აში (aşi) / ანში (anşi) û gurcî ექვსი (ekvsi).

Binêre herwiha biguhêre

Hejmarên sade yên kurmancî

Werger biguhêre

Nivîsîna bi hejmarkî biguhêre

Zazakî biguhêre

Hejmar biguhêre

şeş

  1. şeş

Binêre herwiha biguhêre

Hejmarên sade yên zazakî