KurdîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

RengdêrBiguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
xweş xweştir herî xweş
xweştirîn
 
Çend xwarinên xweş. Maneya peyva xweş bi eslê xwe "şirîn, wek şekirê" bû.

xweş

  1. Tiştê li gor dilê mirovî,
    tişta/ê ku mirov dixwaze bike yan bibîne.
    • Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab
      Her yekî xweştir ji yarî bê hisab
       — ((Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî))
  2. Ji bo agirîgotin dema mirov dibêje agir xweş e.

HerwihaBiguhêre

NêzîkîBiguhêre

Biguhêre

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha soranî خۆش(xoş), kurdiya başûrî xweş, xüeş, pehlewî xweş, parsî wxeş, farisî خوش‎ (xûş), zazakî û hewramî weş, belûçî وش(weş), latînî suavis (şîrîn), sanskrîtî स्वादु (svādu), yûnaniya kevn ἡδύς (hēdús), almanî süß, fransî û spanî suave, inglîzî sweet, swêdî söt, danmarkî sød, norwecî søt... hemû ji proto-hindûewropî *sweh₂dus (şîrîn, tamxweş). Bo guherîna *sw- ya proto-hindûewropî bi *xw- di zimanên îranî de, bide ber xwandin, xwesû, xwişk... Wek hoş ketiye tirkî jî. Ji eynî rehî bi rêya yûnanî: hedonîst, hedonîzm. Anku peyva "xweş" di eslê xwe de wateya "şîrîn, wek şekirê" dida. Lê di zimanên îranî û herwiha di yûnanî de maneya "bi dilê mirovî" wergirtiye. Paşî di zimanên îranî de bo diyarkirina ramana "wek şekirê" peyva "şîrîn" ji peyva "şîr" hatiye çêkirin.

WergerBiguhêre