KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekir şekir
Îzafe şekira şekirên
Çemandî şekirê şekiran
Nîşandera çemandî şekirê wan şekiran
Bangkirin şekirê şekirino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekirek şekirin
Îzafe şekireke şekirine
Çemandî şekirekê şekirinan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekir şekir
Îzafe şekirê şekirên
Çemandî şekirî şekiran
Nîşandera çemandî şekirî wan şekiran
Bangkirin şekiro şekirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekirek şekirin
Îzafe şekirekî şekirine
Çemandî şekirekî şekirinan
 
Şekir bi giştî spî ye lê bi hin rengên din jî heye.

şekir li hin deveran nêr û li hinan jî , k-ya nerm

  1. qend, maddeyê şîrînkirinê
    (maddeyê ku bi taybetî çay û qehwe pê tên şîrînkirin.)
  2. şekirok, şîrînahî, konfet, kanfêt, xwarinên şîrîn
  3. (mecazî) her tiştê şîrîn

HerwihaBiguherîne

Bi alfabeyên dinBiguherîne

Ji wêjeya klasîkBiguherîne

  • Derdê te ye dil ji ber diêşit
    Şîrîn te kire şekir li Perwîz
    Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
    (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Cûnên şekirêBiguherîne

Biguherîne

Gotinên pêşiyanBiguherîne

  • Şam şekir e, welat jê şîrîntir e.

EtîmolojîBiguherîne

Hevreha soranî شه‌کر(şekir), farisî شکر(şeker), belûçî شکل‎(şekkel), pehlewî 𐭱𐭪𐭥‎ / 𐫢𐫞𐫡‎ (şeker), ji sanskrîtî शर्करा (śárkarā), ji proto-hindûewropî *ḱorkeh- (xîz, qûm, berikên hûr).

Peyva tirkî şeker, siryanî ܫܟܪ‎ (şekker) û erebî سكر‎ (sukker) ji zimanekî îranî ne. Bi riya erebî peyv ketiye zimanên ewropî û pê re hemû dinyayê, bo nimûne fransî sucre, inglîzî sugar, almanî Zucker, spanî azúcar (ji forma diyar ya erebî es-sukker).

Peyva rûsî са́хар (sáxar) jî ji heman rehê sanskrîtî ye lê bi rêya yûnaniya kevn σάκχαρ (sákkhar) e.

Hevwateyaqend jî ji sanskrîtî खण्ड (khaṇḍa) ye. Ji vî rehî herwiha inglîzî candy (şekirok, şîrînahî).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi inglîzî û rûsî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

WergerBiguherîne