Bilêvkirin

biguhêre
xwarin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: -xw-
RP.
Niha
ez dixwim
tu dixwî
ew dixwe
em, hûn, ew dixwin
Fermanî Yekjimar bixwe
Pirjimar bixwin
Rehê dema borî: -xwar-
RP.
Boriya
sade
min xwar
te xwar
wê/wî xwar
me, we, wan xwar
Formên din:  Tewandin:xwarin
 
Kesek xwarinê dixwe.

xwarin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Kirin zikê xwe; tişt kirin di devê xwe de û bi didanên xwe hêrandin û da'ûrandin zikê xwe.
  2. Mal yan pare bi kar anîn yan pûç kirin.
    Hevmane: xerc kirin, serifandin, serf kirin, mesref kirin
    Dused dolar hebûn, hemî di rojekê de xwarin.
  3. Pê ketin.
    Dijminan derbeyek mezin xwar.Derbeyek mezin bi dijminan ket.
  4. Cih tê de hebûn.
    Ew demance çend fîşekan dixwe?Cihê çiqas fîşekan di wê demanceyê de heye?

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar
    Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Têkilî

biguhêre

Têkildar

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
  Şêweya vê gotarê xirab e, ne baş e. Divê were sererastkirin.
Heke tu sererast bikî, dê gelek baş be. Ji bo şêweya rast binêre: Formata nivîsînê
Eger tu bixwazî sererast bikî, biçe ser "biguhêre".

Ji îraniya kevn *hʷarati, ji proto-hindûaryayî *sʷalati, ji proto-hindûewropî *sʷeleti (xwarin, vexwarin, daûrandin, daqurtandin), têkildarî swallow (daqurtandin, daûrandin) ya îngilîzî, zwelgen (bi hesûdî xwarin) ya holendî, خواردن‎ (xwardin) ya soranî, warden ya zazakî, wardey ya hewramî, خوردن (xorden) ya farisî...

proto-îranî: *hwar- ("xwarin"), avestayî: xvar- ("xwarin"), partî: xwr- ("xwarin"), pehlewî: xwar- ("xwarin, vexwarin"), sogdî: xwr- ("xwarin"), farisî: xurdan / xvār- ("xwarin, şımıten"), belûçî: wārt / war- ("xwarin, vexwarin"), tatî: xārt / xer- ("xwarin"), kurmancî: xwarin / xw-, soranî:. xwardin / xw- ("xwarin"), kurdiya başûr: xwardin ("xwarin"), hewramî: wardey / wer- ("xwarin, vexwarin") ... zazakî: warden / wer- ("xwarin"), îngilîzî: swallow ("daqurtandin, daûrandin"), holendî: zwelgen ("bi hesûdî xwarin")

Çavkanî: Cheung p.148, Watkins p.88, Etymonline | Pokorny: 1045

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev tabloya wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara eat a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Tewandina xwarin  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwarin xwarin
Îzafe xwarina xwarinên
Çemandî xwarinê xwarinan
Nîşandera çemandî xwarinê wan xwarinan
Bangkirin xwarinê xwarinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwarinek xwarinin
Îzafe xwarineke xwarinine
Çemandî xwarinekê xwarininan
 
Çend texlîdên xwarinan
 
Çend esker li ser xwarinê.

xwarin m

  1. Tişta/ê ku tê xwarin.
    Hevmane: xurek, xwirak, zad
    • Gelekan ji wan zû de hevdu nedîtibûn, loma wan li kar û mijûliyên hev dipirsîn, guhertinên ku di wan de bûbûn meraq dikirin, gazin ji jiyana sirgûnê û têkiliyên sar ên ku berhemên jiyana sirgûnê ne dikirin. Heta ku hebekî xilbexilba wan kêm bû min ji wan daxwaz kir ku ew rabin û ji xwe re xwarinê bînin. — (Firat CewerîPayiza DerengAvesta2014, r. 16)
  2. Rewşa tiştekî xwarin.

Binêre herwiha

biguhêre

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev tabloya wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara eat a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.