Bilêvkirin

biguhêre
 
didanên spî

didan nêr

  1. (anatomî) hestiyên di devî de ku xwarin pê tê hêrandin
  2. parçeyên tûj yên devê amûrên birrek (bi taybetî mişaran) ku dişibin didanan:
    didanên mişarê

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Herwiha diran, dinan, dan, hevrehên soranî ددان(didan) û دان(dan), kurdiya başûrî digan û dinan, lekî diyan, hewramî diđan, zazakî didan û dindan, farisî دندان(dendan), pehlewî dad an dendan [1] , belûçî دنتان‎(dentan), avestayî 𐬛𐬀𐬥𐬙𐬀𐬥‎ (denten) û 𐬛𐬁𐬙𐬁(dātā), osetî дӕндаг (dændag), sanskrîtî दन्त (dánta), lîtwanî dantìs, rusî десна́ (dêsná), çekî dáseň, yûnanî δόντι (dónti), latînî dens, fransî dent, îtalî/portugalî dente, romanî dinte, spanî diente, bretonî dant, danmarkî/holendî/swêdî tand, norwecî tann, almanî Zahn, îngilîzî tooth (pirhejmar: teeth)... hemû ji proto-hindûewropî *h₃dónts (rehê çemandî *h₃dn̥t-).

Cinsê peyvê di makezimanê proto-hindûewropî de nêr bû û di zimanên hindûewropî yên sîstema duzayendî (nêr û mêr) yan sêzayendî (nêr, mê û nêtar) parastî de bi piranî peyv nêr maye.

Di kurmancî de ji herdu formên didan û dinan ji forma *dindan peyda bûne. Forma diran ji didan yan dinan bi dîsîmîlasyona [[1]] anku jihevcudabûna dengî peyda bûye yanî yek ji herdu dengên wek hev yên D yan N bûye R.

Forma dan bi haplolojiyê anku bi xistina yek ji du kîteyên wek hev yan nêzîkî hev ji forma "didan" peyda bûye.

Çavkanî: Çabolov r. 306, Chyet r. 149, Horn r. 128, Rastorguyeva r. 329, Watkins r. 16, Etymonline, Wiktionary'ya îngilîzî [[2]]

Bi zaravayên din

biguhêre

Formeke lêkerê

biguhêre

didan

  1. forma pirhejmar ya dema borî ya berdewam ya lêkera dan, dayîn:
    Me gul av didan. (Me av dida gulan.)

Yekhejmar

biguhêre

Têkilî

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

di- + -da- + -n

  1. Bînêre: Ferhenga "A Concise Pahlavi Dictionary" ya D. N. Mackenzie. Rûpel: Pdf: 45 û 46. Pirtûk:23 û 24. Link: https://www.avetruthbooks.com/wp-content/uploads/2021/01/d.-n.-mackenzie.-a-concise-pahlavi-dictionary-1986.pdf