Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
diran  / didan

Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî diran diran
Îzafe diranê diranên
Çemandî diranî diranan
Nîşandera çemandî diranî wan diranan
Bangkirin dirano diranino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî diranek diranin
Îzafe diranekî diranine
Çemandî diranekî diraninan
 
didanên spî
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser diranê mirov heye.

diran nêr

  1. didan, kêlbe, hestiyên devî yên mirov û heywan xwarinê pê xwarinê pê dicûn
    • Du caran diranên me derdikevin, pêşiyê 20 diranên şîr derdikevin. Dema meriv dibe 6 salî, diranên şîr dest pê dikin yeko yeko dikevin. — (Ansîklopediya Zarokan, Sven Lidman, Tord Pramberg, Hardy Hedman, Sten Pettersson, Tord Nygren, rp.56)

Herwiha biguhêre

Cûreyên Didanan biguhêre

  1. Didanên qîl jibo birandinê
  2. Didanên kêlbe jibo şeqandinê
  3. Didanên axrîyê jibo qesifandinê
  4. Didanên kursîyê jibo hêrandinê

Etîmolojî biguhêre

Têkildarî denten ya avestayî, dendân ya pehlewî, didan ya zazakî, dan û digan yên soranî, دندان (dendan) ya farisî, dens ya latînî, οδούς ya yewnanî, Zahn ya almanî, tand ya danmarkî, swêdî û holendî, tooth û teeth yên îngilîzî, tunþus ya gotîkî, dent ya fransî, दांत (damt) ya hindî, dantis ya lîtwanî, दन्त ya sanskrîtî, diente ya spanî ji *h₁dont- û *h₁dent- yên hindûewropî.

biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî diran diran
Îzafe dirana diranên
Çemandî diranê diranan
Nîşandera çemandî diranê wan diranan
Bangkirin diranê diranino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî diranek diranin
Îzafe diraneke diranine
Çemandî diranekê diraninan

diran , r-ya req

  1. derew, vir,
    gotina kesa/ê dibêje dizane ku ne rast e lê dîsan jî dibêje daku guhdara/ê xwe bixapîne

Herwiha biguhêre

Werger biguhêre

Lêker biguhêre

diran lêkera xwerû, negerguhêz

  1. (peritîn) Binere: dirîn