Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
rast rasttir herî rast
rasttirîn
 
Şûr di destê rastê yê siwarekî de. (4)
 
Destekî rast. (4)

rast, r-ya req, t-ya nerm

  1. bêxeletî, bêşaşî, bêkêmasî, ne şaş, ne çewt, ne xelet:
    Bersiva te rast e.
  2. ne derew, ne virr:
    Ew rast dibêje.
  3. ne xwehr, ne xwahr:
    xeteke rast, rêyeke rast
    Ev darê di destê min de rast e.
  4. rexê dijberî rexê çepê
    destê rast, aliyê rast
    Ev tîr ber bi rexê rastê ve ye: →
  5. yekser, rasterê, dîrek, dîrekt:
    Ez rast ji malê hatim dikanê.
  6. destrast, kesa/ê ji destê çepê baştir bi destê rastê dikare bixebite
  7. rastgir, parêzyar, burjuwa, dijberên sosyalîstan, dijberên komunîstan

Bi alfabeyên din biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest
    Bîst û yek bab in, hemî rast û durust
    Hin yekî 'Ednan û Me'd û hem Nezar
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Dijmane biguhêre

Nêzîk biguhêre

biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ڕاست‎(rast) û ڕاس(ras), kurdiya başûrî rast, ras, lekî rast, goranî/hewramî ras, zazakî raşt, rast, belûçî/farisî/gîlekî/mazenderanî راست(rast), tacikî рост (rost), pehlewî 𐫡𐫀𐫘𐫤‎ (rast) û 𐫡𐫀𐫘𐫎‎ (rasṯ), partî 𐫡𐫀𐫢𐫤‎ (raşt), ‎ osetî раст (rast), sogdî 𐽀𐽁𐽂‎ (ršt) û ܪܫܬܝ‎ (ršty), peştûyî رشتيا‎(rištyā́), avestayî 𐬭𐬀𐬱𐬙𐬀‎ (rašta, /reşte/)... yûnaniya kevn ὀρεκτός (orektós) (orektós), latînî rēctus, spanî recto, îtalî retto, ritto, portugalî reto... inglîziya kevn riht, reht, reoht, inglîziya niha right (/rayt/), almanî û holandî recht, danmarkî ret, norwecî rett, swêdî rätt... hemû ji proto-hindûewropî *h₃reǵtós

Peyv ji zimanên îranî ketiye hinek zimanên tirkîkî, bo nimûne: azerî û tirkî rast, ozbekî rost, kirgîzî ырас (ıras). Peyv herwiha ketibû elamî jî wek 𒊏𒍩𒆪 (ra-áš-da) û 𒊏𒆜𒆪 (ra-iš-da).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Ringe, Donald (2006): From Proto-Indo-European to Proto-Germanic (A Linguistic History of English; 1), Oxford: Oxford University Press
  • Seebold, Elmar (1989): Etymologisches Wörterbuch der deutschen Sprache [Ferhenga etîmolojî ya zimanê almanî] Etymological dictionary of the German language] (bi almanî), çapa 22yem.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Werger biguhêre

Zazakî biguhêre

Rengdêr biguhêre

rast

  1. rast

Herwiha biguhêre

Swêdî biguhêre

Navdêr biguhêre

rast

  1. bênvedan, vehesîn, istirehet, pişû

Tirkî biguhêre

Rengdêr biguhêre

rast

  1. rast
  2. tûş, leqayî, liqa, tesadûf
  3. rast