KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dil dil
Îzafe dilê dilên
Çemandî dilî dilan
Nîşandera çemandî dilî wan dilan
Bangkirin dilo dilino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dilek dilin
Îzafe dilekî diline
Çemandî dilekî dilinan
 
Sembola dilî.
 
Di Wîkîpediyaya kurdî de gotarek li ser dilê mirov heye.

dil nêr

  1. (anatomî) parçeya leşî ya ku li aliyê çepêsîngî ye û karê wî hilkişandina xwînê ye
    • Dilê mirovan masûlkeyekî bi çar ode ye. Wazîfa dil ev e ku, xwînê bigêhejîne her derê bedena mirovan. Ango dil wek pompe dixebite îi di deqîqê da 70 caran lêdixê. — (Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)
    • Dilê wî weke defê lêdixist, radibû û dadiket. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
  2. (mecazî) cihê hestan û evînê
    Dilê min wê dibijîne.
    Ma dilê te pê naşewite?!
  3. (mecazî) yar, berdilî
    Tu dilê min î! (Ez pirr ji te hez dikim.)
  4. (mecazî) navend, merkez
    Di dilê Kurdistanê de.
  5. samîmî
    • ...mirov ji awirên wî têderdixist ku çiqas ji dil û can kêfa wî ji Mr. Utterson re dihat. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)

Bi alfabeyên dinBiguherîne

HevmaneBiguherîne

EtîmolojîBiguherîne

Ji proto-hindûewropî *kerd- ye ku herwiha serkaniya دڵ(dił) ya soranî, دل(dêl) ya farisî, zerre ya zazakî, دل (zirid) ya avestayî, [skrîpt hewce ye] (dird) ya farisiya kevin, dil ya farisiya navîn, zird ya partî, zird û dil (ji farisî) ya belûçî, sirt ya ermenî, cordis ya latînî, сердце (serdtse) ya rûsî, hrdeye ya sanskrîtî, heart ya inglîzî, hjärt ya swêdî û Herz ya elmanî ye.

Avestayî: zered- ("dil")
Pehlewî: dil ("dil")
Farisî: dil ("dil")
Belûçî: zirdē ("dil")
Osetî: zārdū ("dil") alfabeya arî
Kurmancî: dil ("dil")
Soranî: dił ("dil")
Hewramî: zil ("dil")
Zazakî: zerre ("dil")
Sanskrîtî: hṛd- ("dil")
Ermenî: sirt ("dil")
Yûnanî: kardiā ("dil")
Latînî: cord ("dil")
Almanî: Herz ("dil"
Inglîzî: heart ("dil") ...
Çavkanî: Horn p.127, Watkins p.41, MacKenzie P.126, Etymonline

Biguherîne

Bi zaravayên dinBiguherîne

WergerBiguherîne

TirkîBiguherîne

NavdêrBiguherîne

dil

  1. ziman