Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
dilxwaz dilxwaztir herî dilxwaz (merkezî)
tewrî dilxwaz (rojavayî)
dilxwaztirîn (soranîzm)

dilxwaz

  1. minêkar, miştaq, bidil, xwezkar, xwezîkar, arezûmend, hewedar, arezûdar, xwezyar, xwazyar, xwezîyar, xwestekar, dilxwestî,
    kesa/ê ku dixwaze tiştekî bike,
    kesa/ê ku ne ji bêdilî yan neçarî tiştekî dike
    • Vê ra bileyîze tu bi setrenc
      Şertê xwe ji wî bixwaze dilxwaz
      Dê keşif bibit heqîqeta raz
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. Lîstokek e.
    • Diyar e ku dilxwaz şertekî bi nav û deng bû, ji ber ku di Mem û Zîna seydayê Xanî de jî heye. Ji bo ku Mîr rastiya evîna Memê ji Zînê re zanibe doza listika şetrencê lê dike. Kî zora kê bibe jî çu pere û diravan qezenc nake lê divê şerte wan bi dilxwaz be. Ango ya dilê xwe û xwesteka xwe eşkera bike. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 92, ISBN 9789944360678)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji dil +‎ -xwaz.