Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
reş reştir herî reş (merkezî)
tewrî reş (rojavayî)
reştirîn (soranîzm)
 
Rengê reş.

reş

  1. (reng) tarîtirîn reng, rengê ji hemiyan tarîtir, wek rengê rejiyê. #000000
    • -Tu jî mîna Fêdkayê min esmer î, çevreş, porê te reş. — (Frîda Hecî CewarîBîranînên Min, Weşanên Lîmûş2010)
    • Digel ku emrê wî hê sî û pênc bû jî tayekî reş di porê wî de nemabû. — (Firat CewerîKevoka Spî, Nûdem, 1996ISBN 978-9188592156)
    • Û ew libasêd reş heta şeş mehan û yaxo salekê li ser ehlê (xizmê) meyyitî dimînin. Ew ehlê meyyitî heta ji şînê bidernekevin naçine dawet û kêfxweşiyan. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 53, ISBN 9789944360678)
  2. tarî, ji ronahiyê bêpar
    • (...) mîna tîrekê navdilê Qaçax hingavtin, ling lê lerizîn, ber çavên wî reş bû (...) — (Sîma SemendXezal, Weşanên Nûdem1996)
  3. temirandî
    Ka wê çirayê reş bike.
  4. çermreş, mirovên çermreş yên mîna efrîqiyan
  5. bêyom, pirr xirab, nebaş

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Saqî ko dêm mehweş bitin
    Kagul ji şêva reş bitin
    Qerqef bila ateş bitin
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Taliyê ji proto-îranî *ra(n)ǰ- (reng kirin, boyax kirin). Hevreha soranî ڕەش (reş), xotanî rraşa (ya ku bi rengê tarî), talişî رش (rəş, qehweyiya zelal), sogdî [skrîpt hewce ye] (rɣš- /⁠raxš⁠/, Rexş, hespê Ristem), farisî رخش (rexş, sor), mazenderanî رش (raš, sor). Guherîna maneya rengan di zimanên hindûewropî de diyardeyeke berbelav e.

Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 314

Bide ber

biguhêre

Bi zaravayên din

biguhêre
Tewandina reş  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reş reş
Îzafe reşê reşên
Çemandî reşî reşan
Nîşandera çemandî reşî wan reşan
Bangkirin reşo reşino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reşek reşin
Îzafe reşekî reşine
Çemandî reşekî reşinan

reş n

  1. rengê reş
    • Wekû muddeyê hiznê (dema xemgîniyê) temam bûyî axayêd wan û yaxo xizmekî wan ji boy her yekî ehlê meyyitî, anegore halê xwe tiştekî tîne û reşêd wan heldigire, ji şînê biderdikevin. Lakin eger ew meyyit begzade û yaxo axa û mirovekî kifş bûya elbette paşî panzdeh rojan hakimê wî welatî xelatek hazir dikirîn û dişande pê warisê meyyitî (xwediyê kesê ku miriye) û tînane hizûra xwe û digotêne: Emrê xwedê ye, bilanî tu xweş bî, mirin rêya me hemûyan e. Ew xelat li wî warisî dikirîn û ji reşê biderdanîn (derdixistin). — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 53, ISBN 9789944360678)

Rengdêr

biguhêre

reş

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina ڕەش (reş).