Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
sor sortir herî sor (merkezî)
tewrî sor (rojavayî)
sortirîn (soranîzm)

sor

  1. (reng) Rengê mîna rengê xwîna paqij yan firingiyên anku tomatên gihiştî.
    Çend cûnên rengê sor: #E01010 #FF0000 #FF0040 #FF2000 #850606
    sorê vebiye, sorê tarî, sorê geş
    • Lakin ew mirovêd ko hiznî ne (kesekî wan mirî ye, xemgînhenin) ew libasêd (cil û bergên) sor û qirmiz û cilêd faxire (buha, nirxdar), ber nakin (li xwe nakin) û destêd xwe hinne nakin û çavêd xwe kil nadin û naçin dawetan û kêfxweşiyan. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 111, ISBN 9789944360678)
    • Ji lêvên sor şekir barî,
      Bi min da bi nazdarî,
      Şeraba kûpikê darî,
      Vekir wê zimanê min.
       — (Cegerxwîn: Helbesta Hat civanê min bi şev)
  2. Nîşana talûkeyê anku xeterê.
  3. Di siyasetê de rengê komunîstan, sosyalîstan û çepgirên din.
    Hevmane: çepgir

Tenê edebî:

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî سوور (sûr), zazakî sor, hewramî sur, zazakî-hewramî *suhr, belûçî suhr, farisî سرخ (sorx), farisiya navîn suxr, hexamenişî θuxre, avestayî suxre-, sekayî suxre-, osetî surx, sanskrîtî śukrá, latviyayî sarks û sarkans, lîtwanî sárkanas, hemû ji proto-hindûewropî *ser- /*sar- (sor). Ji bilî zimanên hindûîranî û baltî di babikên din yên hindûewropî de ne diyar e.

Çavkanî:
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 161.
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1]Kommissionaer: Munksgaard (København)1966, r. 132

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara red a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.