Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mêr mêr
Îzafe mêrê mêrên
Çemandî mêrî mêran
Nîşandera çemandî mêrî wan mêran
Bangkirin mêro mêrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mêrek mêrin
Îzafe mêrekî mêrine
Çemandî mêrekî mêrinan
 
Mêrek kurd (1920).

mêr nêr

  1. Zelam, mirovên nêr.
    (bi taybetî yên mezin)
    • Mêr li qata jêr, li salonê rûniştine, jin jî li jor. — (Mehmed UzunBîra qederê, Weşanên Nefel2002, r. 15)
    • Mêr û xortên gund bi bejn û bala Karê ya zirav, bi demê wê yê qemer û çavên wê yên belek, kenê li ser demê wê ve heyr-hijmekar man. — (Egîdê XudoDê û Dêmarî, Weşanên Nûdem)
    • Minetê negre, eşkere bike, ez mêrê xeyîdê nînim, ne jî ew mirov im, ku ji min bitirsin. — (Frîda Hecî CewarîBîranînên Min, Weşanên Lîmûş2010, r. 118)
  2. Hevserê jinekê, şûyê jinekê.
  3. Camêr, xweşmêr, wêrek, gernas, egîd, qehreman, dilêr[1]
    • Ew mêrek bi sed mêran e.
    • (...) qedandina xwarina ji qawişan re diçû mecbûrî bû, eger mêr hebana wê ew xwarin neqedandina an jî bavêtana. — (Bûbê EserGardiyan, Weşanxaneya Nefel2002)
  4. xurt, serdest, metirsî

Bi alfabeyên din biguhêre

Pîrepend biguhêre

  • An mêrê xas be, yan bivir û das be, yan jî bibmire xwe re xilas be

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha sanskrîtî मर्त्य (mártya), avestayî 𐬨𐬀𐬴𐬌𐬌𐬀‎(maṣ̌iia), farisiya kevn 𐎶𐎼𐎫𐎡𐎹 (m-r-t-i-y /martiya/) hemû ji proto-hindûewropî *mórtyos, têkilî peyvên mirov û mirin.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê biguhêre

mêr

  1. (kurmanciya navendî) Forma çemandî ya diyar ji peyva mar (1):
    • Mêr bikuje/nekuje! (Marî bikuje/nekuje!)
    • Ez êdî mêr nabînim.

Herwiha biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Ferhenga Hemîdî Kurdî-Kurdî Yusif Diyadîn Paşa - Amadekar û Wergêr: Jan Dost, Weşanên Dara 2017
  2. Ferheng Celadet Alî Bedirxan, Avesta 2009