Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mar mar
Îzafe marê marên
Çemandî marî maran
Nîşandera çemandî marî wan maran
Bangkirin maro marino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî marek marin
Îzafe marekî marine
Çemandî marekî marinan
 
Mar (1)

mar nêr

  1. heywanekî xwijokbêdest û bêpê ye (zîlika gelek ji wan jehrawî ye)
    marê reş
    marê gewr
    Eger mar bi mirovî vede, dibe ku mirov bimire.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

  • mişk û mar nabin yar.
  • mar û mişk bûne xwişk
  • mar kuna/qula xwe nas dike

Bi zaravayên din biguhêre

  • Kurmancî: mar, me'r... (bo hemû varyantan li jortin binêrin)
  • Soranî: mar
  • Kurdiya başûrî: mar
  • Goranî/hewramî: mar
  • Zazakî: mar

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî مار(mar), goranî/hewramî mar, zazakî mar, belûçî مار(mar), farisî مار(mar), pehlewî 𐭬𐭠𐭥 (mar). Ji van pê ve bi esehî nayê zanîn.

Di avestayî de "mar" 𐬀𐬲𐬌‎ (aži, /ejî/) bû ku peyveke ji proto-hindûewropî ye û hevreha sanskrîtî अहि (áhi), ermenî իժ (iž), almanî Egel (zêrû) û yûnaniya kevn ὄφῐς (óphis) e. Heman peyv bi awayê ec di pehlewî de jî hatiye qeydkirin. Ew di zimanên niha yên îranî di peyva ejdeha de maye.

Bi nêrîna Tsabolov mar peyveke xwemalî ya ji zimanên îranî ye û ji peyva *mer- (mirin) hatiye çêkirin wek çawa ku peyva osetî marg (jehr) jî ji peyva merg, mirin hatiye çêkirin.

Lê bi ihtimaleke mezintir mar ji zimanekî kevn yê ne-hindûewropî yê Rojhilata Navîn hatiye wergirtin lê ne ji zimanekî samî. Bo nimûne belkî ew ji sûmerî [Peyv?] hatibe wergirtin ji ber ku di sûmerî de "mar" bi peyvên mir, mirša dihat nasîn.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê) [1]
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mar mar
Îzafe mara marên
Çemandî marê maran
Nîşandera çemandî marê wan maran
Bangkirin marê marino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî marek marin
Îzafe mareke marine
Çemandî marekê marinan

mar

  1. mehr, nikah, zewicîn, jinûmêr li hev helal kirin:
    mela mara wan dibire
    li xwe mar kirin
    wî jinik li xwe mar kir anku pê re zewicî

Etîmolojî biguhêre

Bi rêya erebî مهر(mehr) ji zimanên îranî, hevreha hexamenişî 𐎷𐎰𐎼 (mithra: peyman), avestayî 𐬨𐬌𐬚𐬭𐬀‎ (miθra), sanskrîtî मित्र (mitra)... hemû ji proto-îranî.

Bo zêdetir agahiyan, binêrin: mehr.

Werger biguhêre

Soranî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (xişok) Bi alfabeya latînî nivîsina مار‎.

Zazakî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. (xişok) mar

Aragonî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Astûrî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Frîsî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. gol, deryaçe, gola avê

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên gol hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Galîsî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îngilîzî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. leke, teqme

Lêker biguhêre

mar

  1. pûç kirin, herimandin, lewitandin, tewizandin, lekedar kirin

Înterlîngua biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îrlendî biguhêre

Girêdek biguhêre

mar

  1. çimkî, çunkî, ji ber ku

Kapverdî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Katalanî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Lombardî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Mîrandî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Oksîtaniya kevn biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Oksîtanî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Portugalî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. derya, behr

Romancî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Somalî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar

  1. car

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên car hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Spanî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mar mê û nêr

  1. derya, behr

Venîsî biguhêre

Navdêr biguhêre

mar nêr

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]